BI DÎMEN

Salvegera damezrandina PJAK’ê li Manchesterê hat pîrozkirin

Li Manchesterê salvegera damezrandina PJAK’ê bi coş hat pîrozkirin. Endamê Meclîsa Ewropayê ya PJAK’ê Emîr Babekrî destnîşan kir ku PJAK’ê hişmendiya azadiyê ya gelek beşan bi taybet ciwanên Kurd ên li Îranê xurt kiriye.

Li herêma Longsight a bajarê Manchester a Îngilîstanê salvegera 21’emîn a damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK’ê bi çalakiyekî hat pîrozkirin.

Salona çalakiyê bi flamayên PJAK, KODAR, KJAR û posterên Rêber Apo hate xemilandin.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêgirtinê destpê kir.

Piştre Endamê Meclîsa Ewropayê ya PJAK’ê Emîr Babekrî axivî. Babekrî bal kişand ser têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, cihê gelê Kurd a li Rojhilata Navîn û mîrateya berxwedana 21 salî ya PJAK’ê. Babekrî îşaret bi geşedanên herêmî û navneteweyî kir û diyar kir ku zextên li ser gelê Kurd ne tenê fîzîkî ne, di heman demê de di qadên îdeolojîk, çandî û siyasî de zêde bûne. Babekrî bilêv kir ku polîtîkayên zextê yên Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyê ya li ser gelê Kurd divê bi hev re girêdayî were nirxandin û diyar kir ku ev pêvajo encex bi têkoşîna rêxistinkirî û berxwedana hevpar a gelan were derbaskirin.

Babekrî bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo û diyar kir ku ev tecrîd ne tenê li dijî Rêber Apo ye, li dijî tevahiya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye.

Babekrî got ku têkoşîna 21 salî ya PJAK’ê hişmendiya  azadiyê ya gelek beşan bi taybet ciwanên Kurd ên li Îranê xurt kiriye.

Babekrî piştî axaftina xwe pirsên gel bersivand. Babekrî diyar kir ku li dijî girtinên siyasî û zextên ku li Rojhilata Navîn zêde dibe, divê raya giştî ya navneteweyî bi hestiyar bibe.

Piştî axaftinê beşdaran govendê gerandin û salvegera damezrandina PJAK’ê pîrozkirin. Di tevahiya çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin. Çalakiya bi coş morala beşdaran zêde kir û peyamên derbarê girînga têkoşîna birêxistinkirî de hatin dayîn.