Komkujiya Parîsê û êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin
Kurdistanî di 2’yemîn salvegera Komkujiya Parîsê de daketin qadan, xwestin hêzên li pişt êrîşên li dijî gelê Kurd bên eşkerekirin û li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk têkevin nava tevgerê.
Kurdistanî di 2’yemîn salvegera Komkujiya Parîsê de daketin qadan, xwestin hêzên li pişt êrîşên li dijî gelê Kurd bên eşkerekirin û li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk têkevin nava tevgerê.
Li gelek navendên Ewropayê, ji bo endama Konseya KCK'ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil ên di 23'ê Kanûna 2022’yan de li paytexta Fransa Parîsê hat qetilkirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qadan û bi çalakî li dar xistin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di 23’ê Kanûna 2022’an de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê de hatibûn qetilkirin, meşek girseyî hat lidarxistin.
Di meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn de, hat xwestin ku Komkujiya Parîsê were ronîkirin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Di meşa li Marsîlyayê de pankart û wêneyên kesên li Parîsê hatin qetilkirin hatin hilgirtin.
Kurdan bi dengekî bilind daxwazên xwe yên ji bo darizandina berpirsyarên Komkujiya Parîsê û ronîkirina bûyerê anîn ziman, xwestin hesab ji dewleta Tirk a ku di 19'ê Kanûna 2024'an de Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn qetil kirin, bê pirsîn.
Di meşê de her wiha banga mîtînga mezin a 11’ê Çileya 2025’an li Parîsê bê lidarxistin hate kirin. Berdevkê Meclisa Gelê Kurd a Marsîlyayê Yilmaz Serhad diyar kir ku divê hêzên li pişt êrîşên li dijî gelê Kurd bên eşkerekirin û got ku gelê Kurd ti carî dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernade.
Serhed pergala tecrîd, êşkence û qirkirina li ser Rêber Apo şermezar kir û diyar kir ku azadiya Rêber Apo rasterast bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye. Serhad got, “Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin, pêkanîneke li dijî mirovahiyê ye û divê demildest dawî li van polîtîkayan bê. Divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd bê misogerkirin.”
Daxuyaniyên Yilmaz Serhad ji aliyê bi hezaran kesên beşdarî meşê bûn bi çepikan hat pêşwazîkirin û dirûşmên “Şehîd namirin" û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê bi armanca şermezarkirina komkujiyên Parîsê û qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn çalakiyeke girseyî hat lidarxistin.
Çalakiya ku gelek Kurdistanî lê amade bûn, li stasyona trenê ya navendî ya Brukselê bi qasî saetekê dewam kir. Di çalakiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, Evîn Goyî, Mîr Perwer, Abdurrahman Kizil ên di 23'ê Kanûna 2022'an de hatin qetilkirin û rojnamevan Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên roja Pêncşema borî bi balafira bêmirov hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.
Di daxuyaniya bi Fransî û Îngilîzî hat dayîn de hat diyarkirin ku armanckirina rojnamegeran bi serê xwe sûcekî giran e û bang li gelê Kurd û dostên wan hate kirin ku bi ruhê berxwedana Kobanê careke din Rojava biparêzin.
Çalakiya ku di bin barana zêde û sermayê de hat lidarxistin nêzî saetekê dewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Qatil Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "Şehîd namirin" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.
BREMEN
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, bi boneya 2’yemîn salvegera Komkujiya Parîsê û ji bo 2 rojnamevanên ji aliyê dewleta Tirk ve bi bi balafira bêmirov hatin qetilkirin, çalakiyek hate lidarxistin.
MANNHEIM
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşa hovane ya li ser rojnamevanan li bajarê Mannheim ê Elmanyayê bi mîtîngekê hate şemezarkirin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir û bi zimanê Elmanî daxuyanî hat xwendin û li kesên derdorê belavok hatin belavkirin. Bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Şehîd namirin” berxwedana Rojava hate silavkirin.
Di mîtîngê de banga tevlîbûna çalakiya sersaxiyê û bîranîna ku ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mannheimê bê lidarxistin, hate kirin.
FRANKFURT
Kurdistanî ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a ku rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn qetil kir, li stasyona trenê ya navendî ya bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li hev civiyan û komkujî bi mîtîngekê hate şermezar kirin.
Di mîtîngê de hate gotin ku Çapemeniya Azad dengê heqîqet û rastiyê ye û bang hate kirin ku li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.
Di mîtîngê de êrîşa li dijîbazara Noelê ya bajarê Magdeburg ê Elmanyayê hat şermezarkirin û timî dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.
CENEVRE
Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo xebatkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin çalakî li dar xistin.
Di çalakiyê de wêneyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin hilgirtin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel axivî. Yuksel bi bîr xist ku dewleta Tirk di salên 1990’î de kedkarên çapemeniya azad li êşkencexaneyan qetil dikir û got, “Îro xebatkarên çapemeniya azad ku rûyê dagirker û qetlîamker ê dewleta Tirk careke din nîşanî cîhanê dan, bi balafirên bêmirov hatin hedefgirtin û qetilkirin. Em ê şopdarê têkoşîna Nazim û Cîhan bin.”
STRASBOURG
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, qetilkirina xebatkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasbourgê li ber Stasyona Navendî hatin cem hev, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest bi çalakiya xwe kirin. Tevî wêneyên şehîd Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn, pankartên ku balê dikişîne ser Şoreşa Rojava, alên YPG-YPJ û wêneyên Rêber Apo hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Duh DAIŞ, îro Erdogan”, “DAIŞ qatil e, xwediyê wê Erdogan e”, “Qatil dewleta Tirk”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” dhatin berzkirin.
Di çalakiyê de daxuyaniya KCDK-E ya têkildarî qetilkirina kedkarên çapemeniya azad bi Fransî û Tirkî hate xwendin.
Di çalakiyê de nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê jî amade bûn. Di axaftina li ser navê ciwanên Partiya Komunîst hat kirin de bal kişandin ser girîngiya şoreşa Rojava ya li ser esasê paradîgmaya ekolojîk, jin û azadiya zayendî ava bûye û wiha hat gotin "Em ê şoreşa Rojava biparêzin.”