BI DÎMEN

Li Kopenhagê çalakî: Heta ku dagirkerî û tecrîd bi dawî bibe em ê li ber xwe bidin!

Kurdistanî û dostên wan li Kopenhagê, dagirkerî û tecrîd şermezar kirin û peyama "Heta ku tecrîda Îmraliyê bê şikandin û dagirkerî bi dawî bibe em ê li ber xwe bidin“ dan. Di çalakiyê de gerîla hatin silavkirin.

ÇALAKIYÊN TECRÎDÊ

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û êşkenceya li Îmraliyê li paytexta Danîmarka Kopenhagê hat şermezarkirin.

Di çalakiyê de bi zimanên Danîmarkî û Îngilîzî daxuyanî hatin xwendin.

Di çalakiyê de ev tişt hat gotin: “Êrîşên li Başûrê Kurdistanê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Divê saziyên navneteweyî yên peywirdar demildest bikevin nava liv û tevgerê. Divê êrîşên faşîst û dagirkeriyê ku her cure çekên kîmyewî tê bikaranîn rawestînin."

'HETA KU TECRÎD BÊ ŞIKANDIN Û KURDISTAN JI DAGIRKERAN BÊ PAQIJKIRIN EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN'

Di daxuyaniyê de ev peyam jî hatin dayîn:

"Heta ku sîstema tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û her bihostek axa Kurdistanê ji dagirkeran were paqijkirin em ê li cem gerîlayên xwe bin. Heta ku pergala êşkenceya Îmraliyê hilweşe em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û hêzên komploger mezin bikin.

Em hevkariya xiyanetê ya çeteyên Barzanî ya li Başûrê Kurdistanê şermezar dikin û bang li gelê Kurd û dostên wan dikin ku li dijî vê xiyanetê tevkariyê bikin. Xiyanet herî dawî wê bi têkçûnê bi encam bibe. Ji ber ku dînamîzma PKK’ê gelê wê ye, bi dînamîkên xwe yên hundirîn pêşketiye û bi gelê xwe re bûye yek.

5 sal in agahî ji Rêberê me nayê girtin û ev rewş me dixe nava fikaran. Di vê çarçoveyê de em bang li saziyên Danîmarkî, saziyên navneteweyî yên têkildar, DMME, Konseya Ewropa û CPT’ê dikin ku bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.”