BI DÎMEN

Çalakvanên Cenevreyê: Hûn nikarin me hînî tecrîdê bikin

Di çalakiya Cenevreyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û berdewam dike de wiha hat gotin, "Divê CPT û Konseya Ewropayê dev ji bêdengiya xwe ya ku xizmetî qirkirina Kurdan dike berdin û guh bidin dengê bi milyonan Kurdan

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan i ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dane destpêkirin vê hefteyê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn, şerê dagirkerî û îmhayê yê dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê tê meşandin hat şermezarkirin.

Çalakiya vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ve hate dewrgirtin.

Çalakî ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de bi rojiya mirinê faşîzmê têk birin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre li ser navê komîteya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” Tûba Yilmaz axivî. Tûba Yilmaz berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bi bîr anî.Tûba Yilmaz bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser Kurdistanê tê meşandin û bang li PDK'ê kir ku dev ji xeta xwe ya xiyanetê berde.

Li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê Yekbûn Guneş axivî û bal kişand ser tecrîda 26 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Nahêlin Rêber Apo bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ev 4 sal in têkiliya bi derve hatiye qutkirin. Derbarê tenduristî û jiyana Rêber Apo agahî nayê girtin. Bersivê nadin serlêdanên hevdîtinê yên parêzer û malbatan."

Yekbûn Guneş da zanîn ku agahînegirtina li Îmraliyê di asta herî jor de ye û wiha berdewam kir, "Ji me tê xwestin ku tecrîda li ser Rêber Apo qebûl bikin. Em ê ti carî vê yekê qebûl nekin. Divê CPT bêyî hincetê nîşan bide demildest biçe Îmraliyê. Divê CPT û Konseya Ewropayê dev ji bêdengiya xwe ya ku xizmetî qirkirina Kurdan dike berdin û guh bidin dengê bi milyonan Kurdan.”

Piştî axaftinan banga KCDK-E ya ji bo parastina azadiya Abdullah Ocalan a li dijî pergala êşkenceya Îmraliyê ku 26 sal in dewam dike hate xwendin.