BI DÎMEN

CDK-S'ê kongreya xwe ya nava demê li dar xist

Di kongreya nava demê ya CDK-S’ê xebatên salane hatin nirxandin, plansaziya nû û rêxistinbûnî hat avakirin. Di kongreyê de soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

KONGREYA NAVA DEMÊ CDK-S’Ê

Kongreya demê ya Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) ku sîwana sazî û dezgehên Kurd ên li Swîsreyê ye, li Baselê pêk hat.

Kongre li salona konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK-Bl) pêk hat û bi beşdariya 11 meclîs, 5 komunan û 2 endamên înîsiyatîfê yên di nava CDK-S’ê  xebatên salekê hatin nirxandinû hevserokên demê hatin hilbijartin.

Siyasetmedar Mûsa Farîsogûllari û endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî beşdarî kongreyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên Pêngava 1’ê Hezîranê, hilbijartina meclîsê hate lidarxistin. Ji bo meclîsê Nejdet Atalay, Emrullah Bîngol û Seda Aktaş hatin hilbijartin.

DIVÊ EM PÊNGAVA AZADIYÊ MEZIN BIKIN

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê Mûsa Farîsogûllari axivî. Farîsogûllarî diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan Têkoşîna Azadiya Kurdistanê heta roja îro hatiye û şehîdên Pêngava 1'ê Hezîranê bi bîr anî. Farîsogûllari bal kişand ser kampanyaya ku dostên gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin û got, “Ev pêngav zêdeyî 8 meh in didome. Me di çarçoveya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd” de gelek çalakî li dar xistin. Divê ev çalakî mezintir û encamgir bûna. Divê em rêxistina xwe mezintir bikin.”

BERXWEDAN LI HER QADÊ DIDOME

Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar pêvajoya Pêngava 1'ê Hezîranê û encamên wê nirxand, diyar kir ku pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çreserî” ku 8 meh berê hatiye destpêkirin, pêngaveke dîrokî ye. Aydar wiha berdewam kir: “Gelê me vê yekê dibêje; ma evqas dostên gelê Kurd hene? Li vir parêzer bi dildarî parastina Rêber Apo dikin. Ji bo azadiya Rêber Apo li gelek welatên cîhanê name û daxwazname tên şandin.”

Di dema axaftina Aydar a der barê kampanyayê de beşdarên kongreyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di destên wan de rabûn û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. 

DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ PÊŞ VE BIBIN

Zubeyîr Aydar di berdewama axaftina xwe de got, “Heta îro jinên Kurd, ciwanên Kurd û gelê Kurd berdêlên giran dane û serkeftin bi dest xistine. Em bi vê serbilind in. Ev rûmet a vî gelî ye. Dijmin çi dibêje bila bibêje, li her qadê berxwedaneke cidî heye. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di tunelên şer de berxwedaneke biheybet heye. Ev berxwedan li dijî çekên qedexekirî û kîmyewî didome. Yên ku di van tunelan de li ber xwe didin, rexne yên wan li me hene. Ew bi rojan dilopek ava venaxwin li ber xwe didin. Her roj gazên qedexekirî diavêjin ser wan. Werin em bi wan re bibin yek. Werin em hewcedariyên ku bibin rêhevalê wan pêk bînin. Em heta dawiyê bi wan re bin. Ew lehengên me ne. Ew me diparêzin, Kurdistanê diparêzin.”

Aydar wiha berdewam kir: "Pêwîste em têkoşîna heyî pêş bixin. Wê demê rêxistinbûn tunebû, tiştekî me tunebû. Me nekarî deh kesan bînin cem hev. Niha firsend û rêxistineke wisa mezin heye. Divê em vê yekê hîn zêdetir bikin. Rêber Apo û hevalên wî ji tunebûnê tiştek afirandin û radestî me kirin. Divê em vê yekê pêş bixin. Ti carî nikarin me tine bikin. Têkoşîna me dewleta Tirk xistiye nava qeyranê. Çi dibêjin bila bibêjin, têkoşîna azadiyê wê bi ser bikeve.”

DÎLAN ÇETÎNKAYA Û CEMAL OZDEMÎR BÛN HEVSEROKÊN NÛ

Kongreya nava demê ya CDK-S’ê bi xwendina raporên salane û nirxandina çalakiyan berdewam kir. Di kongreyê de plansaziya heyama nû hate çêkirin û guhertinên di rêziknameya CDK-S’ê de hatin xwendin û dengdan li ser hate kirin.

Di dawiyê de hevserokên nû yên CDK-S’ê hatin hilbijartin. Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr ên ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin axaftinek kin kirin û gotin: “Di serî de ji bo azadiya Rêber Apo û em layiqî têkoşeran bibin em ê bixebitin.”

XELAT DAN MECLÎSA GEL A CENEVREYÊ

Di kongreyê de xelat dan Meclîsa Gelê Kurd a Cenevreyê ku çalakiya rûniştinê ya ji 27’ê Mijdara 2020’an ve her roja Çarşemê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê tê lidarxistin. Xelat ji aliyê Hevseroka CDK-S'ê Selma Surer a u dema peywira wê bi dawî bû ve hat dayîn.