MOP’ê banga li dijî dagirkeriyê bisekinin kir

Partiya Azadiya Mezopotamyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir û got, “Peywira me ew e ku li hemberî vê zîhniyeta dagirker bisekinin û hev xurt bikin."

BERTEKA LI DIJÎ ÊRÎŞA DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK 

Partiya Azadiya Mezopotamyayê (MOP) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a nû ya li ser Başûrê Kurdistanê da.

Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker  hat şermezarkirin û ev tişt parve kir: “Em gerîla  her kesên li dijî dagirkeriyê disekinin silav dikin. Dewleta Tirk piştî têkçûna hilbijartinê, di 109’emîn salvegera 24’ê Nîsana 1915’an de Seyfo/Qirkirinê dest bi êrîşa li ser axa Başûrê Kurdistanê kir. Yê ku piştgiriyê dide vê dagirkeriyê dewleta Iraqê û PDK ye. PDK’ê ji sala 1992’an û vir ve bûye baregeha dewleta Tirk a dagirker a li dijî PKK’ê.

Ev dagirkerî di şexsê PKK’ê de gelên ku di azadiyê de israr dikin tê kirin. Çawa ku dewleta Tirk bi desteka DAIŞ’ê dîroka çanda kevnar qir kir, niha jî bi rêya PDK’ê li dijî gel êrîşeke dagirkeriyê li dar xist. Tiştê ku nekarî bi DAIŞ’ê re bike, hewl dide bi PDK’ê re jî bike. Heta ku dewleta Tirk hebe û paşverûtiya PDK’ê jî bi xwe re bîne, wê herêm aram nebe.

Weke MOP erka me ew e ku em li dijî vê zîhniyeta dagirker bisekinin û hev xurt bikin. Banga me ji raya giştî re, ji gelê me re ew e ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û xulamê wê PDK’ê rawestin. Sekna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê wateya parastina yekîtiya bi rûmet a gelan.