HBDH Ewropa: Newroza 2024’an dîrokî ye

Komîteya HBDH a Ewropayê peyama Newrozê parve kir û got, "Newroza 2024'an divê bibe roja têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya yekparêzî, paşverû, nijadperest û zayendperestiyê.”

HBDH PEYAMA NEWROZÊ

Tevgera Yekbûyî ya Şoreşa Gelan (HBDH) a Ewropyaê tpkildarî Newrozê peyamek weşand. HBDH’ê Newroza gelên bindest ên kedkar, jin û hêzên yekbûyî yên şoreşger, bi taybetî li gelê Kurd pîroz kir û wiha hat gotin: “Newroza 2024’an a ku bi bawerî û berxwedanê pêşwazî dikin ji bo me yên ku têdikoşina azadiyê dimeşînin xwedî girîngiyeke dîrokî ye."

Di peyama nivîskî de ev tişt hatin parvekirin:

“Newroz ku destpêka biharê û mizgîniya nûjeniyê ya gelên Mezopotamyayê ye, ji bo gelê Kurd veguherî agirê berxwedanê ku bi sedsalan berdewam dike. Newroz; navê berxwedan û serhildana gelên Rojhilata Navîn bi taybetî gelê Kurd e.

Meşaleya ku bû sembola têkoşîna Kawayê şoreşger a li dijî Dehaq, li zindana Amedê ya ku bi sedsalan şûnde zilm û îşkence lê dihat kirin, di destê Mazlûm Dogan de pêket. Mazlûm Dogan di şeva Newrozê de bi bedena xwe ya ku bi sê kibrîtan agir pêxist girtîgeha Amedê ronî kir. Çaran ên ku mîrateya Mazlûm girtibûn, di 18’ê Gulanê de careke din çirûska sê kibrîtan di laşê xwe de xurtir kirin.

Newroza 2024’an ku em bi berxwedan û bawerî pêşwazî dikin, ji bo me yên têkoşîna azadiyê dimeşînin xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Divê Newroza 2024’an bibe roja ku yên li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya yekparêzî, paşverû, nijadperest û zayendperest mil bi mil têdikoşine.

Zilm û zordariya ku bû sedem Newroz weke mîrateya berxwedanê derkeve ser dika dîrokê îro jî didome. Newroz ji bo têkoşîna azadiya neteweyî ya gelê Kurd ku di hedefa "plana hilweşînê" ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê de ye, girîngiya wê weke roja serhildanê didomîne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku bi polîtîkayên şer ên li Kurdistanê êrîşî hemû destkeftiyên demokratîk ên gelê Kurd dike çiya, çem û daristanên Tirkiyeyê radestî şîrketên emperyalîst dike.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê welat veguherandiye girtîgeheke vekirî. Tecrîd, lêgerîna tazî û êşkence li girtîgehan bûye pêkanînên rojane. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 25 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Ev 3 sal in destûr nayê dayîn ku ne bi malbat û ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku li Başûrê û Rojavayê Kurdistanê polîtîkayên dagirkeriyê dimeşîne, bi polîtîkayên zext û mêtingeriyê yên li dijî çîna karker û kedkaran ên li Tirkiyeyê hewl dide temenê xwe dirêj bike. Dehqaên nûjen kujerên kedkar ên herî dawî li Îliçê bûne sedema rûxandina ekolojiyê.

Cejna Newrozê li gelên bindest, kedkar, jin, hêzên yekbûyî yên şoreşger û bi taybetî li gelê Kurd pîroz be.

Bijî Newroza!

Li dijî tecrîda li Îmraliyê rabin ser piyan!”