Meşvanên Mannheîmê li bajaroka Kirkelê ne

Meşa ciwanên Kurd a ku ji Mannheîmê heta Strasboûrgê dabûn destpêkirin, di roja 3’an de gihiştin bajaroka Kirkelê.

Meşa ciwanan a ku bi armanca ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dest pê kir û ber bi bajarê Strasboûrg ê Fransayê ve didome. Meşa ciwanan îro ji bajarê Hombûrg ê eyaleta Saarlandê destpê kir, li bajaroka Kirkelê bi dawî bû.

Ciwanan bi moral, motîvasyon û biryardariyeke mezin meşa xwe berdewam kirin. Ciwanan diyar kirin ku meşa wan heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya fîzîkî bi dest bixe û Kurdistan azad bibe wê bidome.