Li Dûîsbûrgê ji bo Abdullah Ocalan stand hat vekirin

Li standa ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat teşîrkirin, banga beşdarbûna meşa mezin a li Kolnê ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” pêk were, hat kirin.

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurdre çareseriya siyasî”, bi armanca şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî stand hat vekirin.

Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel a Duîsbûrgê saet di 13.00’an de li ber Forûmê li navenda bajêr stand vekir û heta saet 17.00’an vekirî ma.

Di axaftinên di çalakiyê de ev tişt hatin gotin: “Hêzên navneteweyî bi xiyaneteke mezin Rêberê me radestî dewleta Tirk kirin. Rêberê me 25 sal in di destê dewleta Tirk de dîl tê girtin. Ev 3 sal in tecrîdek mezin li ser Rêberê me tê meşandin. Beriya her tiştî em li dijî vê tecrîda dijhiqûqî dengê xwe bilind dikin û dewleta Tirk şermezar dikin. Li çar parçeyên Kurdistanê êrîşeke mezin a dewleta Tirk li ser Kurdan heye. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin."

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e û hate destnîşankirin ku divê xwedî li grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin, bê derketin.

Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û bang li gelê Kurd û dostên wan hat kirin ku tevlî meşa mezin a 17’ê Sibatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd  ku li Kolnê bê lidarxistin, bibin.

Her wiha bi dehan qertên ku ji Abdullah Ocalan re bên şandin hatin îmzekirin.

Çalakiya standê piştî govendê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.