Kesên ku hatine hilbijartin jî piştgirî dan Meşa Azadiyê
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li bajarên Creîl û Nogent sur O’ise yên Fransayê dewam kir. Hin nûnerên hilbijartî yên herêmê jî piştgirî dan meşê.
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li bajarên Creîl û Nogent sur O’ise yên Fransayê dewam kir. Hin nûnerên hilbijartî yên herêmê jî piştgirî dan meşê.
Meşa 25 rojan a ji Parîsê heta Strasboûrgê ya Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Creîl û Nogent sur Oîseyê di roja 18’emîn de berdewam dike.
Piştî meşê qertên ku hatin îmzekirin ji bo ji Îmraliyê re bên şandin xistin qutiyên posteyê. Nûnerên hilbijartî jî li ber şaredariyên her du bajaran daxuyanî dan û piştgirî dan meşê.
Endama Meclîsa Montataîre ya girêdayî Creîl a ji Partiya Komunîst a Fransayê Catherine Daîlly got: “Em piştgiriyê didin vê çalakiyê. Weke Partiya Komunîst a Fransayê em li gel gelê Kurd in ku ji bo mafên xwe têdikoşe û ji bo azadkirina girtiyên siyasî hewl dide. Birêz Abdullah Ocalan ev demeke dirêj e di zindanên Erdogan de dîl tê girtin. Ji ber vê yekê gelê Kurd û dostên wan ji bo guhertina vê pêvajoya ku 25 sal in didome vê meşa dirêj organîze dikin. Her çend îro meş li herêma Creîl be jî, rastî çalakiyek li tevahiya Fransayê tê. Ne malbata wî û ne jî parêzerên wî ji Ocalan ku 25 sal in li girava Îmraliyê dîl tê girtin, agahî negirtine. Ji bo ev rewş biguhere divê tecrîd li ber çavan bê eşkerekirin û bêdeng nemîne.”
Endamê Meclîsa Haut de France Loîc Pen jî di daxuyaniyeke kurt de piştgirî da Meşa Azadiyê û der barê Abdullah Ocalan de ku bi salan e di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin ev tişt got: “Ji bo bi aktîvîstên ji bo azadiyê dimeşin ez hatim vir. destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ez bi vê boneyê radigihînim ku ez jî tevlî vê têkoşînê dibim. Ev têkoşîn di serî de ji bo ku pêwîstiya gelê Kurd gelekî bi wî heye û ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî gelekî girîng e."
Çalakvan wê danê êvarê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Creîl civîna gel pêk bînin û qada çalakiyê ya sibe jî wê li Amîensê be.