Komek enternasyonalîst wê di 10'ê Sibatê de li bajarê Baselê yê Swîsreyê bicivin û dest bi meşa dirêj bikin.
Çalakgerên ku plan dikin di 16'ê Sibatê de xwe bigihînin bajarê Strasboûrg ê Fransayê, wê li wir civîneke çapemeniyê li dar bixin û piştre derbasî bajarê Koln ê Elmanyayê bibin. Di 17’ê Sibatê de wê li Kolnê meşek mezin bê lidarxistin.
Rêya Meşa Dirêj a Enternasyonalîst heta Strasboûrgê diyar bû.
Li gorî plansaziya meşê, wê enternasyonalîst di 10’ê Sibatê de li Baselê li hev bicivin;
Di 11’ê Sibatê de wê dest bi meşê bikin;
Di 12’ê Sibatê de ji Saint Louisê heta Sierenê bimeşin.
Di 13’ê Sibatê de ji Mulhouseyê heta Wittenheimê bimeşin.
Di 14’ê Sibatê de ji Colmarê heta Selestatê bimeşin.
Di 15’ê Sibatê de wê li navenda Strasboûrgê bimeşin.
Enternasyonalîst wê di 16'ê Sibatê de li Strasboûrgê bi civîneke çapemeniyê dawî li çalakiya xwe bînin. Di 17'ê Sibatê de jî wê beşdarî Meşa Azadiyê ya li Kolnê bibin.