Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) di 1’emîn salvegera erdhejên li Kurdistan û Tirkiyeyê de kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E'yê de ev agahî hatin dayîn:
“Di 6’ê Sibata 2023’yan de salek di ser êş û azarên bi sed hezaran kesên ku di xaniyên aliyê alîgirên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi efûya mîmarê çêkiribûn û hilweşiyan de derbas bû.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku li erdnîgariya Kurdistanê ji bilî şer û komkujiyê tiştek nekiriye, ji bilî temaşekirina karesatê jî tu tişt nekir. Desthilatdariya ku bi soz û gotinên derew hewl dide êşê bide jibîrkirin, heta niha tu birîn derman nekiriye.
Bi rastî jî xebat û destwerdanên ji roja ewil a erdhejê ve hatin kirin têrê nekir û ev nêzîkatî hişt ku bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi ferzkirina alîkariyên mirovî yên ku ji aliyê AFAD'ê ve tên dayîn, armanc kir ku alîkariyên civakê negihêje mexdûrên erdhejê û bi vî awayî pêşî li alîgirên xwe vekir. Di karesateke wiha mezin de jî, ji destpêkê ve plan kir ku rantê bi dest bixe. Ji ber vê yekê alavên tenduristiyê yên ji hêla Odeya Tabîbên Tirk ve ji herêmê re hatin şandin jî kir pirsgirêk.
Erdên Kurdistanê ku ji ber şerê bi salan e berdewam dike, çavkaniyên jiyanê yên binerd û yên sererd bi giranî wêran bûne, bi karesata erdhejê ve veguherî wêraniyeke mezin a madî û manewî. Dewleta Tirk a faşîst ku berpirsyarê êşên madî, manewî û komkujiyên gelê me ye, li hemberî vê karesatê tedbîr negirt û alîkariya pêwîst nekir. Berê jî di erdhejên Wan, Çewlîg û Rojhilat de jî heman hewlwest nîşan dabû.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi karesatan, hem bi polîtîkaya xaniyan û hem jî ji ber ranta pêşkêşî alîgirên xwe kir, gelên Tirkiye û Kurdistanê ber bi karesatekê ve dibe. Tevî ku salek di ser erdheja ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran bê mal û kar man derbas bû jî, dewlet di rant û şer de israr dike.
Weke KCDK-E em kesên di 1’emîn salvegera erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.”