Li welatê Baskê ji bo Abdullah Ocalan wê konferans bê lidarxistin

Li paytexta welatê Baskê Bîlbaoyê wê konferansek bê lidarxistin. Di konfernansê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xebatên piştgiriyê bên nirxandin.

Ji bo nîqaşkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xebatên piştgiriyê yên li welatê Baskê, wê sibê (8'ê Sibatê) li paytexta Bask Bîlbao ji aliyê sendîkayan ve konferansek bê lidarxistin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Parlamenterê EH Bildu Pernando Barrena, ji sendîkaya Lab Koldo Sanchez, nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û nûnerên sendîkayan û aktîvîstên komên piştevaniya Baskê wê beşdarî konferansê ku li navenda UPV/EHU Paraninfoa-Oteizayê bê lidarxistin bibin. 

Par, ji ber sedema 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan, 6 sendîkayên Baskî LAB, ELA, CCOO, ESK, UGT û Steîlas, bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan manîfestoya weşandibûn.