Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyên li Cenevreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve li Meydana Neteweyan a ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, dewam dike.
Di çalakiya rûniştinê de der barê tecrîda giran a mutleq ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û êrîşên dewleta Tirk ên dagirkerî û qirkirinê yên li ser gelê Kurd hatiye kirin, derdor hate agahdarkirin.
Di çalakiya vê hefteyê de piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê axaftin hatin kirin.
Li ser navê komîteya çalakiyê Mustafa Altunbaş axivî û diyar kir ku 3 sal in bi vê çalakiyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Altunbaş, têkoşîna bênavber a di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de bi pêşengiya dostên Kurdan hat destpêkirin, li Kurdistanê, li zindanan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Ewropayê tê meşandin silav kir û bang li her kesî kir ku tevlî berxwedanê bibin.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Tûba Yilmaz jî bi bîr xist ku salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê nêzîk dibe û wiha got: “Bi pêşengiya dostên me yên enternasyonalîst di navbera 10-15’ê Sibatê de wê ji Baselê heta Strasboûrg a Fransayê meşek dirêj bê lidarxistin. Weke têkoşerên Cenevreyê em ê cihê xwe di vê meşê de bigirin û em ê pêngavê bi ser bixin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê li Cenevreyê ne dikin ku beşdarî çalakiya 17’ê Sibatê ya li Kolnê bê lidarxistin bibin.”
BI DEHAN QERT JI ÎMRALIYÊ RE HATIN ŞANDIN
Piştî axaftinan çalakvanan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) çûn postexaneyê û bi dehan qert ji bo Abdullah Ocalan ji Îmraliyê re şandin. Endamê TCŞ'ê Ramazan Amed destnîşan kir ku ciwanên Kurd heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li qadan bin.
Piştre jî çalakvan vegeriyan Qada ku Ofîsa Neteweyan Yekbûyî lê ye û heta saet 17:00’an çalakiya rûniştinê li dar xistin.