Ji fermandarên HPJ’ê Aryen Arê (Zeyneb Êwerî), gerîlaya YJA Starê Zîlan Dêrsim (Canan Kanat) û gerîlayê HPG’ê Demhat Amed (Îslam Olçay) ku li qadên cuda yên Kurdistanê şehîd bibûn, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) a Sydney ê Awûstralyayê, bi girseyî hatin bibîranîn.
Di çalakiya bîranînê de peyamên Yekîneyên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ên têkildarî şehîdan hatin xwendin.
Slayteke ku ji wêne û peyamên bi dîmen ên gerîlayên şehîd bûne pêk dihat, hate pêşandan. Hevseroka Federasyona Kurd a Demokratîk a Awûstralyayê Gulfer Olan dev tişt anî ziman: “Şehîdên me nirxên me yên rasteqîn ên ku dijîn in. Yekane temînata azadiya gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê Rêber Apo û PKK ye. Em weke gel li dora Rêber Apo û PKK'ê dikarin azad bibin."
Li ser navê rêveberiya DKTM’ê Brûsk Geverî jî axivî û got, “Em weke gel erka me ya rûmetê ye ku em dilsozê şehîdên xwe yên ku em anîne van rojan û wan di jiyanê de bihêlin. Em li ku derê cîhanê bijîn jî em ê bi awayekî bi hêz piştgiriyê bidin Rêber Apo û partiya xwe PKK'ê."
Çalakiya bîranînê bi helbesta “Qendîl” a ji aliyê Mamoste Hemîn ê Silêmanî ve hat xwendin bi dawî bû.