'Erdogan sûcdarê şer e'

Kurdistaniyên li Îskoçyayê, bi girseyî li dijî Serokwezîrê Îskoçyayê Humza Yousaf ku Tayyîp Erdogan vexwendibû welatê xwe protesto kirin.

Serokwezîrê Îskoçyayê Humza Haroon Yousaf demek berê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan vexwendibû welatê xwe û dema ku rojnamevan zilma rejîma Erdogan a li ser kurdan anîn ziman jî  bersiva; "Tirkiye welatekî endamê NATO’yê ye" da

Kurdistanî û dostên wan ên navneteweyî li ser banga Navenda Civaka Kurd a Îskoçyayê li ber avahiya Parlamentoya Edînboûrghê hatin cem hev û vexwendina Serokwezîr Yousaf ji bo Erdogan protesto kirin.

Parlamentera Partiya Keskan Maggîe Chapman, rêveberên Sendîkaya Îskoçyayê û xwendekarên Zanîngeha Edînbûrghê jî beşdarî çalakiyê bûn û alên YPG û YPJ'ê û pankartên ku polîtîkayên komkujiyê yên Erdogan ên li ser Kurdan nîşan didin hatin hilgirtin.

Bi gelemperî dirûşmên "Fedî bike Yousaf, ji Kurdan fedî bike, ji Kurdistanê fedî bike", "Terorîst Erdogan", "Bijî Serok Apo" û "Bijî YPG" hatin berzkirin.

Parlamentera Partiya Keskan Maggîe Chapman di çalakiyê de axivî û bertek nîşanî Serokwezîr Yousaf da û diyar kir ku vexwendina Erdogan ê ku li ser gelê Kurd her cure zext û tundiyê pêk tîne şerm e.

ERDOGAN SÛCDAREKÎ ŞER E

Çalakvanan broşurên kampanyaya ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" di 10'ê Cotmehê de hatiye destpêkirin, belav kirin.

Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan. Ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Ugur Ako jî axaftinek kir û diyar kir ku bikaranîna gaza kîmyewî bigire heta komkujiyên li ser Kurdan, ji hevkariya bi çeteyên DAÎŞ'ê re heta êrîşên li ser Rojava, Erdogan sûcdarê şer e. Ako anî ziman ku ji bo Serokwezîr Yousaf vexwendina Erdogan şerm e û divê ji gelê Kurd û Îskoçyayê lêborînê bixwaze.

Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.