Êrîşên li ser Rojava li Bîelê hatin protestokirin

Tevgera Ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN li bajarê Bîel ê Swîsreyê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwanên Tekoşer û dostên Kurdan ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava li ber Gara Trenê ya Bîelê hatin cem hev.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, li ser navê TCŞ'ê Ozgur Ronî axaftinek kir.

Ronî got, “Weke her carê li Rojava ciwan û gelê Rojava li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedaneke bi heybet nîşan didin. Em ê bibin dengê vê berxwedanê. Em ê heta dawiyê vê berxwedanê bidomînin.”

Li ser navê Meclîsa Şehîd Mahîr Atakan Ahmet Kaya axivî û ev tişt anî ziman: “Em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Dijminê me dijminekî xwînrij û hov e.”

Ahmet Kaya, da zanîn ku dewleta Tirk a ku derbeyek giran ji gerîla xwar, sivîl hedef girt û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin.

Ahmet Kaya got, “Em tecrîda giran a li ser Rêbertiyê şermezar dikin. Em ketin meha komploya li ser Rêber Apo. Di vê mehê de wê li Kolnê meşeke mezin bê lidarxistin. Ji bo felsefeya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bibe tevlî vê meşê bibin. Divê ev meş têkeve dîrokê. Divê her kes were vê meşê.”