TCŞ’ê banga seferberiya berxwedanê li ciwanên Kurdistanê kir

Navenda Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ên Ewropayê, li hember êrîşên dagirker ên dewleta Tirk banga seferberiya berxwedanê li ciwanên Kurdistanê kir.

Navenda Rêveberiya TCŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku wan civîna xwe ya asayî li dar xistiye. TCŞ’ê daxuyand ku di encama vê civînê de ji bo seferberiya berxwedanê bang li ciwanên Kurdistanê kir.

TCŞ’ê bal kişand ser derbên gerîlayan ên li dewleta Tirk dane û bertek nîşanî, êrîşên dagirkeriyê yên li ser RojavavûvBaşûrê Kurdistanê , pêrgala êşkenceyê ya li Îmraliyê ku 25 sal in dewam dike, sûîqestên li Başûrê Kurdistanê, hovîtiyên bê hempa yên girtinê yên dewleta Tirk  û serhildana ‘Jin Jiyan Azadî' ya Rojhilatê û bertek nîşanî polîtîkayên krîmînalîzekirina saziyên siyasî û çandî yên Kurd ên li Ewropayê, da. 

Di daxuyaniyê de ev tişt hat parvekirin: “Di encama civîna me ya asayî de ku weke meclîsa rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê (TCŞ) pêk hat, em bang li hemû ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dikin ku bila têkevin seferberiya berxwedanê.  Ciwan fedaîyên Rêber Apo ne. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dora vê seferberiyê bibin yek, têkoşînê bilind bikin. Rojên ku em ê van hemû êrîşan têk bibin û serkeftinê diyarî Rêbertiya xwe û gelê xwe bikin nêzîk in.”