Rûyê Abdullah Ocalan dewleta Elman tirsand

Gumrika Elman ji ber ku li ser berga wê rûyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xêz kirîbû, dest li ser pirtûka zanyaran Dr. Thomas Jeffrey Milley û Dr. Federico Venturini danî.

Dr. Thomas Jeffrey Miley li Zanîngeha Cambrîdge ya Ingilistanê û Dr. Federic Venturini jî li Zanîngeha Udînê ya Italyayê du zanyar in. Pirtûka bi navê, ''Your Freedom and Mine: Abdullah Öcalan and the Kurdish Question in Erdogan's Turkey'' ku du nivîskaran 2018'an nivîsîbûn hate weşandin.

Di pirtûkê de ku Weşanxaneya Roseyê bi Ingilîzî weşandiye rola Rêberê Gelê Kurd a di çareseriya pirsa Kurd de tê vegotin. Her wiha di pirtûkê de gelek belge, hevpeyvînên bi siyastemedar, nûçegihan û parêzvanên mafê mirovan re jî hene.

Çend mehên bihurî jî ji bo ku pirtûk bigihije ber destê xwendekarên Ereb li Bochumê ya Elmanyayê Komeleya Lêkolînên Kurd biryar li ser da ku li Erebî wergerîne. Xwest ku çapa Erebî ya ku li Kahîre ya Misrê hatî kirin bi rêya postê ji Elmanyayê re bişîne.

Lê gumrika balefirxaneya Dusseldorfê xeta ku resmê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser kire hincet û dest li ser 500 pirtûkî danî. Hate gotin pirtûk li depoya gumrikê ya li Dusseldorfê ye û ji 13'ê Cotmehê û vir ve têne hiştin. Elmanya qîma xwe bi vê jî neanî û li ser kirîdarê pirtûkê lêpirsîn vekir.

Dewleta Elman ku van salên  dawî rasterast Ocalan dike hedef, gelek yasayên wê bala mirov dikişîne. Nexasim di du giştînameyan de yên bi dîroka 2'yê Adara 2017'an û 29'ê Çile ya 2018'an qedexeyên nû ji bo Ocalan danîbûn. Di giştînameyan ya ji bo 16 eyaletan hatibû şandin gelek sembolên siyasî yên gelê Kurd hatin qedexekirin.

Di giştînameyê de hate gotin li deverên aidî cameweriyê bi rengekî ku berbiçav bin, werin bihîstin qedexe ye ku sembol, nivîs û dengên ku PKK'ê bi bîr dixin, werin bikaranîn, gotinên derheqê Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan di giştînameyê de derketin pêş. Her wiha hate diyarkirin li xwepêşandanan de hilgirtina posterên Ocalan ''efekteke hîsî'' çêdikin, posterên ku wêneyên Ocalan tê de bûn bi rengekî xurt îma dikir.

Di giştînameyê de tenê bi vî şertî destûr dihate dayin ku wêneyên Ocalan werin hilgirtin: ''Di xwepêşandanan de heke wêneyên Ocalan PKK'ê bi bîr nexe, ji bo ku balê bikişînin ser qedera şexsî ya Ocalan û şertên girtîbûnê yên Ocalan wêneyên navborî nakevin nav çarçoweya sembolên qedexekirî.''

Her wiha hatibû îdîakirin sembol, xêz, dîmen, qeydên deng ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çi tiştê ku bi rengekî ''berbiçav/were bihîstin'' ku Ocalan bi bîr dixin qedexe ye.  Ev giştînameya Wezareta Navxwe ya Elman li hin eyaletan bi rengekî jidiyayî tê bicihanîn. Li gel qedexe û cezayên kêfî yê dewleta Elman jî di xwepêşandanan de Kurd û dostên wan wêneyên Ocalan hildigirin û bi dirûşmeyan dibêjin, ''Bijî Serok Apo''.