Rûniştina doza Kenan Ayas taloqî 7'ê Mijdarê hat kirin
Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Kenan Ayas ku li ser daxwaza dewleta Elman ji aliyê Qibrisê ve radestî Elmanyayê hat kirin, li Hambûrgê hat dîtin û doz taloqî 7’ê Mijdarê hat kirin.
Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Kenan Ayas ku li ser daxwaza dewleta Elman ji aliyê Qibrisê ve radestî Elmanyayê hat kirin, li Hambûrgê hat dîtin û doz taloqî 7’ê Mijdarê hat kirin.
Der barê siyasetmedarê Kurd Kenan Ayas ku ji meha Hezîranê û vir ve li Girtîgeha Damtor a Hambûrgê girtî ye, bi xala 129b a Qanûna Ceza ya Elman de doz hat vekirin. Yekemîn daneşîna dozê li Dadgeha Eyaleta Hambûrgê îro hat dîtin. Kenan Ayas kesên li salona dadgehê bi nîşaneya serkeftinê silav kir.
LI BER DADGEHÊ ÇALAKÎ
Di dema rûniştina dozê de Înîsiyatîfa Ji Kenan Ayas re Azadî li ber edliyeyê çalakî li dar xist. Parlamenterê AKEL ê Qibrisa Başûr Giorgos Koukoumas jî beşdarî çalakiya piştgiriyê bû û axaftinek kir. Koukoumas wiha got: “Em qebûl nakin ku Kenan Ayas wekî 'terorîst' were darizandin, Siyasetmedarekî ku di her platformê de daxwaza azadiya gelê xwe tîne ziman. Divê bê zanîn ku doz û her biryarek ku bê dayîn siyasî ye. Helwest û nêzîkatiya Elmanyayê ya li hemberî Kurdan şermezar dikim. Em li cem têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd in û daxwaz dikin ku PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin."
Li ser navê Komîteya Azadiyê ya Kenan Ayas Anja Flach axivî û diyar kir ku Kenan Ayas şervanê azadiya gelê xwe ye û got, "Em jî nirxên ku ew diparêze em jî diparêzin û diyar dikin ku em her tim bi wî re ne."
EM Ê BÊRÛMETIYÊ QEBÛL NEKIN
Birayê Kenan Ayas, Orhan Ayas ê ku ji Swêdê ji bo dadgehê hat, diyar kir ku bi birayê xwe re hevdîtin pêk aniye û ew bi coşeke mezin e. Orhan Ayas ev tişt anî ziman: “Me wek malbat bedelên mezin da. Birayê min Kenan vê kevneşopiya bi rûmet di malbatê de didomîne. Em ê tu carî bêrûmetiya li me tê ferzkirin qebûl nekin. Em ê heta nefesa xwe ya dawî bibin leşkerê vî gelî û doza xwe."
Rûniştina doza Kenan Ayas dê 7’ê Mijdarê roja Sêşemê berdewam bike.