Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Frîboûrgê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Frîboûrgê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi wesîleya 4'ê Nîsanê li hev kom bûn.

Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Bi navê Meclîsa Gelê Kurd a Frîboûrgê Kamûran Îbek axivî û diyar kir ku bi milyonan kesî dane dû felsefeya azadiyê ya Abdullah Ocalan. Îbek got, "Em ê xeta azadiyê û daxwaza azadiya Rêberê xwe li her derê bilind bikin."

Di pîrozbahiyê de li ser paradîgmaya azadiyê ya Abdullah Ocalan sînevîzyonek hate nîşandan.

Pîrozbahî bi muzîk û gerandina govendê bi dawî bû.