Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirina berxwedêrên greva birçîbûnê Leyla Guven û yên din dest bi meşa dirêj a du rojan hate kirin.
Meşvan saet 10:00’ê ji pêşiya stasyona Trenê ya Ishoj’ê destpêkir û ber bi Qada Şaredariya Kopenhagê ve ketin rê.
Di çalakiyê de belavokên ku balê dikişînin ku ev 20 sal in tecrîd li ser Ocalan tê kirin hatin belavkirin û bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê.
Meş saet 16:00’an li Qada Şaredariya Kopenhagê bi dawî bû. Sibe Kurdistanî wê saet 10:00’ê ji Stasyona Trenê ya Albertslûndê dest bi meşê bikin û wê meşê li Qada Şaredariya Kopenhagê bi lidarxistina mîtîngekê bi dawî bikin.