Roja duyemîn a meşa dirêj a Berlînê bi dawî bû

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke dirêj hatibû lidarxistin. Roja duyemîn a meşê bi dawî bû.

Ji xeynî Kurdên li Berlînê ji bajarên Halle, Dresden û Neûstrelîztê jî kes tevlî meşê bûn. Ev meş wê 3 rojan bidome. Meş li dijî dîlgirtina Ocalan û tecrîdê tê lidarxistin.

Roja duyemîn a meşê saet di 12.00’an de li Û Bahn Alt Tegelê dest pê kir. Meş heta navenda NAV-DEM’ê domiya, ya ku li Resîdenz Str’yê ye.

Hevserokên NAV-DEM’ê yên Berlînê Melek Yûla û Yeko Ardil di dawiya rojê de çalakger û meşvan silav kirin.

 Melek Yûla got ku, “Ligel ku baran jî dibariya, meş bi coş domiya. Careke din derkete holê ku, ne baran ew kevir jî bibare  tu kes nikare gelê Kurd ji Rêber Apo û ji Leyla Guven dûr bixîne.”

Beşa dawîn a meşê ew ê roja Duşemê saet di 12.00’an de ki Alexandar Platzê li ba Saeta Cîhabê were destpêkirin.