BI DÎMEN

Rêzeçalakiyên jinên ciwan bi şano û standê didome

Jinên ciwan rêzeçalakiyên 4 rojan ên li Strasburg dane di roja 2’an de didome. Di rêzeçalakiyê de amûrên avakirina civakî yên kapîtalîzmê û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk bi lîstika şanoyê hatin vegotin.

JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û jinên ciwan ên enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê rêzeçalakiyên 4 rojan dane destpêkirin, di roja 2’an de didome.

Roja 2’yemîn a rêzêçalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî; ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatiye destpêkirin wê heta 7'ê Tîrmehê bidomin, li Place Kleberê bi stand hat vekirin. Di standê de li ser jiyana Abdullah Ocalan a têkoşînê, tecrîda tê meşandin, bertekên civakî, siyasî û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk bi zimanên cuda hatin nîqaşkirin. Pirtûkên Abdullah Ocalan ên ku bi zimanên cuda hatine wergerandin di standê de cihên xwe girtin.

Di roja duyemîn a çalakiyên ku di çarçoveya rêzeçalakiyên di bin navê “Rêwîtiya Azadiyê” de hatin lidarxistin de, şanoya li ser bandorên medyaya dijîtal a li ser ciwanan, tacîz, mîlîtarîzm û serfkariyê hate pêşandan. Di şanoyê de hat destnîşankirin ku modernîteya kapîtalîst bi van amûran civakê pûç dike û li gorî vê yekê ferdperestî û bi vê ve girêdayî jî faşîzm jî her ku diçe xwe bi rêxistin dike.

Di şanoyê de hate destnîşankirin ku çareseriya hemû pirsgirêkan paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê ya Konfederal a Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bi vegotinên tematîk hate diyarkirin ku divê her kes ji bo vê yekê xwe bi rêxistin bike.

Şano bi dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Gelên Fransayê eleqeyeke mezin nîşanî broşur û belavokên hatin belavkirin, dan