Rêxistinên Kurd ên Rûsyayê û Qada Yekîtiya Dewletên Serbixwe daxuyanî dan
Rêxistinên Kurd ên Rûsyayê û Qada Yekîtiya Dewletên Serbixwe têkldarî bûyerên dawî yên ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê diqewimin, daxuyanîyek dan.
Rêxistinên Kurd ên Rûsyayê û Qada Yekîtiya Dewletên Serbixwe têkldarî bûyerên dawî yên ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê diqewimin, daxuyanîyek dan.
Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:
“Rêxistinên Kurd ên Rûsyayê û Qada Yekîtiya Dewletên Serbixwe bang li gelê Kurd dikin ku xwedî li berxwedana gelan a li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin. Dijminê gelê Kurd bi êrîşên xwe dixwaze projeya wekhevî û pêkvejiyana gelan têk bibe û zîhniyeta xwe ya dij-mirovahî, dij-jin, dij-exlaq û dij-xweza li ser gelên herêmê ferz bike. Ji gelê Kurd tê xwestin ku dest ji têkoşîna azadiyê bê berdan û jiyana bindest, kole û helandina di sîstema stemkaran de bipejirîne. Hewl tê dayîn ku civaka têkoşêr a Kurd ku bi dehsalan e li dijî vê bêdadmendiyê têdikoşe, bi tehdîtan bê tirsandin.
Yekane çareserî bilindkirina têkoşîna ji pejirandina rastî û nasnameya gelê Kurd di asta navneteweyî de ye.
Zû yan jî dereng gelê Kurdistanê wê bigihîje azadiya xwe, Kurdistan wê bibe xwedî statû. Ew yek girêdayî asta têkoşîna gel e.
Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku peywira xwe bi cî bînin û rê li ber kuştina sivîlan û guhertinên demografîk bigire. Neteweyên Yekbûyî tu carî xwedî li nasnameya Kurd derneketiye û herdem li hemberî komkujiya Kurdan bêdeng maye. Qet nebe bila a niha vê peywira însanî bi cî bîne. Divê bê zanîn Hêzên Kurd li ku deverê cîhanê dibe bila bibe, ne xirabkerên welatan e, ew damezirînerên sîstema dadmend, wekhevî û yekitiya gelan e.
Serketin ji bo hemû parêzvanên rûmetê!”