Rapora Senatoyê: Manafort bi Rûsyayê re têkildar bû

Li DYE'yê dema kampanyaya hilbijartina 2016'an Paul Manafort ê nêzî Trûmp ku têkiliya wî ya bi Rûsyayêre dihate nîqaşkirn ji hêla Senatoyê ve sûcdar hate dîtin.

Derheqê Paul Manafort ku dema kampanyaya hilbijartina 2016'an ya Donald Trûmp yek ji navê herî girîng bû, li gel sîxûrê Rûsyayê bi Oleg Derîpaska re, ku yek ji kardarê herî nêz ê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn e, ji dizî ve hev dîtine û agahî par ve kirine. Piştî ku yek ji dozgerê taybet ê FBI'yê Robert Mueller lêpirsîn da destpÊkirin, Mijdara 2016'an bêgav mabû ku îstîfaya xwe bide.

Di lêpirsînê de ya bi navê ''Russîagate'' tê binavkirin û têkilî rûdanê li Senatoya DYE'yê dom dikir têkiliyên bi Rûsyayê re yên Manafort hate destnîşankirin, tê gotin ev têkilî ji hêla DYE'yê ve ''gefên giran'' in. Di rapora têkilî lêpirsînê de ya Komîsyona Îstîxbaratê ya Senatoyê de ku nêzî 3 salan dom kir tê diyarkirin Manafort bi sîxûrê Rûs KonstantÎn Kilîmnîk re rasterast an jî nerasterast  daye û standiye.

Di raporê de her wiha tê gotin Manafort bi Olege Derîpaska re jî ku yek ji navê nêzî Pûtîn e beriya hilbijartinê dema ku di ekîba Trûmp de cih digire 6 mehan pê re daye û standiye.

Tê diyarkirin Manafort li gel ankêtên hilbijartinan her wiha derheqê stratejîya kampanyayê ya Trûmp jî agahî daye kesên li Rûsyayê. Her wiha tê îdîakirin îstîxbarata leşkerî ya Rûs GRU hem jî korsanên înternetê yên bi Moskowê re têkildar di berjewendiya Trûmp de li ser medyaya sosyal kampanyaya dezenformasyonê kirine.

Seneta di raporê de her wiha diyar dike ekîba hilbijartinê ya Trûmp hem ji Moskowê û hem jî ji WîkîLeaksê ji bo ku Hîllary Clînton a ji Partiya Demokrat reş bike alîkarî xwestiye.