Rapora Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyeyê: Biwêdekirina HDP’ê xeletiyeke cidî ya siyasî ye

Raportorê Daîmî yê Tirkiye yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sánchez Amor, bal kışand ser doza girtina HDP’ê û got: “Biwêdekirina derveyê pergalê ya HDP’ê, xeletiyeke siyasî ya cidî ye.“

Amor ku tev li rûniştina duyemîn a konferansê ya piştî nîvro bû, ne di nav bernameya konferansê de bû. Amor got ku têkiliyên wan bi Tirkiyeyê re dûvdirêj in û bal kişand ser pirsgirêkên ku di warê endamtiya YE’yê de diqewimin.

Raportorê Daîmî wiha axivî: “Ez di raporên xwe de tim li ser bipêşveneçûna Tirkiyeyê disekinim. Welatekê namzed e, lê pêvajoya ku bibe endam bi fiîlî rawestiyaye. Em di raporê de behs dikin ku çima bi pêş ve naçe. Ji welatên din bi awayekê cudatir, Tirkiye, di reformên demokratîk de bi paş ve çûye. Pêvajoya wê ya ku bib endam jî sekinandî ye. Sedema sereke ya vê, ji bo bipêşveçûna di reformên demokratîk de nebûna îradeyekê ye.“

Amor anî ziman ku pozîsyona jeostratejîk a Tirkiyeyê ji bo Ewropayê ne tu giring e û wê Tirkiye ji wê boneyê nebe endam û got: “Krîtera me ew e ku Tirkiye di warê demokrasiyê de bi pêş ve biçe. Lê di vî warî de tu bipêşveçûn nîn e.“

Amor bi lêv kir ku wî vekolîn li ser HDP’ê kiriye û diyar kir ku têkiliya wî tim bi HDP’ê re ye, nabe ku mirov qeyûman qebûl bike û haya wan ji vê pêvajoyê heye.

Amor got: “Hemû komên siyasî yên di Parlamentoya Ewropayê de, dibînin ku Tirkiye tu bi pêş ve naçe. Ez tim têkiliyê bi heval û hogirên xwe yên HDP’yî re datînim. Biwêdekirina derveyê pergalê ya HDP’ê, ne bi tenê neheqî û bêedaletî ye, lê di heman demê de xeletiyeke cidî ya siyasî ye. Di girtina rê li ber tundiyê de, HDP, lîstikvaneke sereke ye. Ez ê li parastina welatiyên Kurd ên Tirkiyeyî û mafên HDP’ê bikim.“