Qirkirina Êzidiyan li Bremenê hat protestokirin
Qirkirina Êzidiyan a li Şengalê di salvegera 10’an de li pêşiya Parlementoya Eyaleta Bremenê hat protestokirin.
Qirkirina Êzidiyan a li Şengalê di salvegera 10’an de li pêşiya Parlementoya Eyaleta Bremenê hat protestokirin.
Salvegera 10’an a Qirkirina Êzidiyan li pêşiya Parlementoya Bremenê hat protestokirin û qurbanî hatin bibîranîn. Di çalakiyê de Xezal Yalçin helbest xwend. Di bîranînê de danezana Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) hate xwendin û wiha hate gotin: “Armanca DAÎŞ’ê tunekirina Êzidiyan bû. Hêzên Parastina Êzdixan û YPG’ê bi YPJ’ê re Êzidiyan rizgar kir.” Di danezanê de banga naskirina statuya xweser a Êzîdxana Şengalê, ji ber êrîşên dewleta Tirk girtina herêmê ji bo firînê û konferansê hat kirin.
Piştî daxuyaniya li ser navê Defend Kurdistan hat xwendin, nûnerê Nav- Yek Zerdeşt Osê axivî û wiha got: “10 sal bi ser fermana 74’an derbas bû. Fermanek wisa ye ku di tu welat û civakê de nehatiye dîtin, pratîkek wisa ne qewimî ye. Wê demê hikûmeta navendî ya Iraqê û malbata Barzanî ewqas kes di destê hovan de hiştin û rewiyan. Bi tank, top û çekên xwe yêns giran pişta xwe dan vî gelî û rewiyan; ciwan, extiyar, zarok, jin, mêr, her kesî hiştin însafa van hovan. Lê Tevgera Azadiyê bêyî guh bidin germahiya meha Tebaxê berê xwe dan Şengalê û jin, extiyar, û zarokan rizgar kirin. Helbet Şengal û gelê Êzidî hin bi temamî rizgar nebû. Hîna rûbirûyê êrîş û komployan e. Bi biryara xwe ya 9’ê Cotmehê dixwazin hêzên parastina Şengalê tune bikin. Dixwazin YBŞ û YJŞ’ê tune bikin. Lê dixwazim bi bîr bixim ku xeyala wan wê têk biçe.”
Hevserokê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê Îshak Yilmaz jî bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya di êrîşên li ser Şengalê de û wiha got: “Dewleta Tirk êrîşên xwe bi hevkariya PDK’ê pêk tîne. Ger ne ji hevkariya PDK’ê bûya dewleta Tirk nedikarî ev qas rehet êrîş bike. Ger Tevgera Azadiya Kurd nebxwya wê dawiya Kurdistanê çawa bibûya? Îro pêkhateyên hevkar ên weke PDK ji bînî heta jor di nava xiyaneyê de. Hevkariya wan a bi dijmin re li ser bingeha berjewendiyên malbatî ye; ne Kurd in, ne jî Kurdistanî ne.”