Protestoyên li dijî tecrîdê yên li Ewropayê didomin

Kurdisaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadî û tenduristiya wî daketin qadan.

Li gelek navendên Ewropayê ji bo protestokirina tectîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirina çalakiyên grevên birçîbûnê di nava çalakiyan de bûn.

MARÎGNAN

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê Kurdistanê tecrîda li ser Ocalan bi çalakiyekê hate prtoestokirin. Kurdistaniyên li Margînanê jî saet 14:00’an bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û piştgirîkirina grevên birçîbnê mîtîngek lidar xistin.

ZURIH

Li ser banga Platforma Piştgiriya bi Grevên Birçîbûnê re li qada Bellevûeyê mîtîngek hate kirin. Di çalakiyê de bêdengiya CPT û saziyên navneteweyî ya li hember daxwazên grevên birçîbûnê hatin protestokirin. Di çalakiyê de banga tevlîbûnê li çalakiya ku wê sibe li qada Zurih Burklîplatezê ku saet 12:00’an bê lidarxistin hate kirin.

BASEL

Li Baselê jî li ser banga Platforma Piştgiriya bi Grevên Birçîbûnê re li pêşiya stasyona trenê ya li navenda bajar çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de wêneyên berxwedêrên grevan hatin hildan û bal hate kişandina ser daxwazên berxwedêrên grevên birçîbûnê. Çalakî bi xwendina belavoka bi zimanê Elmanî û şûnde bi dawî bû.

LONDON

Greva birçîbûnê ya Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber (GIK-DER) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ên ji bo bal kişandina ser grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatiye destpêkirin û daxwazên berxwedêran hatibû destpêkirin di roja 2’an de ye.

Bi armanca piştevanîkirina bi çalakiyan re li stasyona Manor Hoûse bi tevlîbûna 15 kesan konek hate vedan û gelek kesan serdana kon kirin.

Li vir li ser navê GIK-DER û SKB’ê daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirkiye hemû welat kiriye zindan û kolebûnê li ser gel disepîne.

Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber û Yekîtiya Jinên Sosyalîst banga hestyariyê li herkesê kir û li dijî dîktatoriyê bibin xwedî helwest.

Her wiha banga tevlîbûna çalakiya ku sibe wê li Qada Trafalgar a Londonê ji aliyê Yekîtiya Hêza Brîtanyayê ve bê lidarxistin, hate kirin.

BRAÛNSCHWEÎG

Li bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê jî ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û bal kişandina ser berxwedana grevên birçîbûnê çalakiya kon a du rojan hatibû destpêkirin bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Çalakiya kon a 2 rojan ku ji aliyê Konuna Jinan a Şehîd Zozan Cûdî ve hate destpêkirin saetên navbera 16:00-18:00’an li Kohlmarktê dihate kirinn. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin amadekirin hate belavkirin.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.