Pontûsî ji bo Kobanê xwîn dan

Jinên Pontûsî di salvegera 100'î de ya komkujiya Pontûs Rûmê bi dirûşma, ''Em xwîna xwe bi paş ve naxwazin, em dixwazin bi xwîna xwe jiyanê bidin'', ji bo ku destekê bidin Navenda Tendiristiyê ya Kobanê, xwîn dan.

Komeleyên Pontusê ku li 12 bajarên eyaleta Baden-Wurttembergê ya Elmanyayê xebatan dikin, bi wesîleya 8'ê Adarê xw3in dana navenda tendiristiyê ya Kobanê. Elenî S. li ser navê jinên Pontûsî axivî, got, ''Em xwîna xwe paş ve naxwazin, em dixwazin bi xwîna xwe jiyanê bidin. Bi vê çalakiya xwîndayinê em dixwazin piştevaniya xwe ya ji bo navenda xwînê ya Kobanê ya li Bakurê Sûriyê nîşan bidin.''

Me her sal 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê xwîn dida Alman Rotekreûzê (Xaça Sor), îsal em ê dîsa xwînê bidin. Em îsal dixwazin dahata ku ji xwînê hatî diyarî navenda tendiristiyê ya Kobanê bikin, ji ber ku li wir şoreşeke bi pêşengiya jinê heye. Bi salan xwîn ji me çû, li Rojava hê jî xwîn diçe. Em dixwazin destekê bidin.''

Yek ji nûnerê berê yê Komeleya Pontûsê  Boursanîhîs Gîannîs got, ''Nizanim çi bibêjim, gelek xwîn ji me çû, ji bo vê jî rûmetek e ku mirov xwînê bide navenda tendiristiyê ya  Kobanê.''

Margerîtte ya ji Pontûs Rûmê got, ''Gelek xwîn ji me jinên Pontûsê çû. Îro em dixwazin bi xwîna xwe bibin kana jiyanê.''

Pervîn Akyildiz jî got tiştekî pir hêja ye ku xwînê bide hevrêyên xwe yên ku li Rojava li ber xwe didin.