Polîsan êrîş bire ser meşvanên li Gallerê
Polîsan êrîş bire ser meşvanên meşa dirêj a li Galler a London a Qiraltiya Yekbûyî ji bo Ocalan hate lidarxistin.
Polîsan êrîş bire ser meşvanên meşa dirêj a li Galler a London a Qiraltiya Yekbûyî ji bo Ocalan hate lidarxistin.
Bi armanca protestokirina tecrîd û Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan, li Galler a Londonê meşek dirêj a çar rojan hatibû kirin.
Çalakvanên ku xwe gihandin bajarê Newport a Galler ku Îmam Şîş ev 61 roj e di greva birçîbûnê de ye, dema ber bi komeleya Kurd ve birê ketin rastî astengiya polîsan hatin. Di mudaxeleya polîsan de şer rû da, 3 çalakvan ji ber şideta polîsan birîndar bûn. Polîsan bi gazê êrîşî çalakvanên ku jin û zarok jî di nav de kirin.
Di dema li pêşiya komeleyê daxuyanî hate dayîn û şûn de, polîs vekişiyan û dawî li çalakiyê hat.