‘Platforma Herêmî yên Demokratîk’ hate avakirin

Saziyên li sirgûnê Platforma Komeleyên Herêmî yên Demokratîk ava kirin û bal kişandin ser têkoşîna hevpar a li dijî zordariya dewleta Tirk.

‘Platforma Komeleyên Herêmî yên Demokratîk’ ji aliyê saziyên Kurd, Elew û derdorên demokratîk ên li sirgûnê ve hate avakirin.

Daxuyaniya ji aliyê platformê ve hate dayîn wiha ye: “Em nûnerên saziyên civakên ku ji ber sedemên civakî, ekonomîk û sîyasî welatê xwe terk kirine û koçî welatên biyanî kirine. Em li metropol û li dervayî welêt, bi avakirina dezgehên cûda hewl didin ku hesret û dilsoziya xwe ya ax û gelê xwe bînin ziman û yekîtiya xwe biparêzin.

‘DIVÊ EM BIBIN PARÇEYEK JI TÊKOŞÎNA GIŞTÎ’

Îro, li gelek bajarên cîhanê û li welêt bi vê armancê bêhesap sazî hatine afirandin. Baş tê zanîn ku ew sazî bi çalakiyên cûrbecûr, hewl didin xizmetê gel bikin û tevkariya tekoşîna demokratîk bikin.

Wekî saziyên herêmî, em li ser pirsgirêkên herêmî tevdigerin. Lê, em dizanin ku ti pirsgirêkên herêmî ji pirsgirêkên giştî serbixwe nînin û ew nikarin ji têkoşîna siyasî ya giştî cuda bên hildan dest. Em baş dizanin ku pirsgirêkên herêmî yên Gurgumê (Maraş), Meletîyê (Malatya), Konya (Konya) û Agirîyê (Agrî) encama polîtîkayên giştî yên pergalê ne. Ji ber vê jî, dîsa em baş dizanîn ku, teqez taybetmendiyên heremî bên berisandin jî, bêyî ku bibî parçeyekî tekoşîna giştî, bi tenê xebata li ser pirsgirêkên heremî, çareseriyê peyda nake.

Ji bo vê yekê, em hewl didin ku, li gel erk û berpirsiyariyên xwe yên ji bo pirsgirêkên herêmî, her wiha ên ji bo pirsgirêkên giştî jî, hewl didin pêk bînin.

‘DEWLETA TIRK DI DEMÊ KORONAYÊ DE JÎ ZORDARIYÊ DIKE’

Tê zanîn ku, hemû saziyên me yên herêmî, di bin mercên pandemiya Coronayê de karekî giran û erkdar kirin. Hevparîkirina van xebatan, him ji bo pêkanîna bendewarîya civaka me û him jî ji bo pêşxistina têkoşîna giştî ê bibe tevkarîyeke hêja.

Dewleta Tirk, ji dêla ku li dijî Coronayê gelan biparêze, erîşî îradeya gelê Kurd dike, li şaredariyên hilbijartî kayûman tayîn dike. Her wisa, hevparîkirina tekoşînê, li dijî zordariya dewleta tirk ku di serî de li hemberî gelê Kurd û baweriya elewî, li dijî rewşenbîr û hunermendên muxalîf, li dijî jinê û kedkaran û bi kurtayî yên kû stûyê xwe li ber dewletê xwar nakin, didomîne, him ji bo mebestên subjektîf hem jî ji bo tekoşîna giştî rolekî heyecandar

Li gel ku li hemberî kuştinên jinan tu tedbîr nayên hilgirtin, li kolanan çi kal, çi zarok bin, her însan tê derpkirin, destgîrkirin û derdestkirin.

WÊ ÇALAKIYÊN HEVPAR BÊN KIRIN

Erîşên li ekolojîyê li hema hema li her derên welêt têne kirin. Êrişên bi vê armancê li Nurhak li Dersim û Pazarcikê li gelek deverên din gihîştiye asta herî jor.

Em komeleyên herêmî yên li dijî van zextên zayendperest, ekolojîk û siyasî, têkoşînê dimeşînin, dê hewl bidin ku vê têkoşînê bi qasî ku pêkwere hevparî bikin. Li ser bingeha vê rastiyê, KOMELEYÊN HERÊMÎ YÊN DEMOKRATÎK, destnîşankir ku hevparîkirina çalakiyên xwe pêwîst û watedar e. Bi pêwîstiya vê biryarê, em ê bi qasî ku em bikarin hewl bidin çalakiyên hevbeş pêk bînin.

Ji bo vê yekê, saziyên ku îmzeyên xwe li jêr in, biryar dan ku PLATFORMFORMA KOMELEYÊN HERÊMÎ YÊN DEMOKRAT ava dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku platforma em ava dikin, tevkariya jiyana gelên me û geşedanên demokratîk bike û em pişgiriya raya giştî ya demokratîk hêvî dikin.”

AVAKAR

Saziyên ku avakarên platformê ne ev in:
Kongreya Avakirina Dersîmê(DÎK)
Komeleya Komkujiya Dersîmê
Însîyatîfa Meletî û Kurecikê
Komeleya Kormeçê
Komeleya Qoçgiriyiyan
Federasyona Komeleyên Demokratîk ên Elewî (MARDEF)
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN)
Însiyatîfa Karakoçanê
Komeleya Xinisê (Xinis Der)
Komeleya Dijberiya Komkujiya Dersimê (DSKD)