PKAN’ê kongra xwe li Wûppertalê pêk anî
Li Wûppertal a Elmanyayê PKAN’ê 3’emîn Kongreya xwe pêk anî.
Li Wûppertal a Elmanyayê PKAN’ê 3’emîn Kongreya xwe pêk anî.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) 3’emîn Kongrya xwe ya Asayî li Wûppertal a Elmanyayê pêk anî.
Kongre bi tevlîbûna 80’ê delegeyên ji welatên cuda yên Ewropayê destpê kir.
Rêveberên PKAN’ê di kongreye de xebatên xwe nirxandin û diyar kirin ku xebatên wan têrê nakin, destnîşan kir ku li 5 welatên Ewropayê komeleyên wan ên fermî hene û ji bo li cihên din jî vebin wê xebatên xwe bidomînin.
Di kongreye de ji bo pêşbaziya çand û hunerê ya berê PKAN’ê amadekiribû kestên hêjayî xelatê hatin kirin hatin xelatkirin. Mistoyê Heco û Îbrahîm Topal xelat girtin.
Ji bo hevserokatiya PKAN’ê jî Gunay Korkûlû û Abdullah Kaya hatin hilbijartin.
Kongre bi guhdarkirina muzîkê bi dawî bû.