Piştgiriya bi grevên birçîbûnê re dewam dikin

Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo piştgirîkirina grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin çalakiyek hate kirin.

Li ser banga Platforma Piştgiriya bi Grevên Birçîbûnê re çalakvanên li pêşiya Parlementoya Kantona Basel hatin ba hev li vir çalakiyeke ya bêdeng a rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de belavokên bi Elmanî hatin belavkirin.

Piştî çalakiya bi qasî nîv saetê domkir û şûnde li ser navê Platforma Piştgiriya bi Grevên Birçîbûnê re Huseyîn Yeter axivî û got: “Ji bo têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin divê têkoşînê hê xurtir û bilindtir bikin. Em ê bê navber û bêdawî her roj çalakiyan bikin.”