Pirtûka 'Sosyolojiya Azadiyê' ya Rêber Apo bi Spanî hate wergerandin
Bergê sêyemîn ê rêze pirtûkên 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' ên Rêber Apo bi hevkariya Weşanxaneya Katalan, Descontrol û Weşanxaneya Meyman bi zimanê Spanî hate wergerandin.
Bergê sêyemîn ê rêze pirtûkên 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' ên Rêber Apo bi hevkariya Weşanxaneya Katalan, Descontrol û Weşanxaneya Meyman bi zimanê Spanî hate wergerandin.
Bergê sêyemîn ê pirtûka bi navê 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' a Rêber Apo meha Mijdarê bi hevkariya weşanxaneya Katalan Descontrol û weşanxaneya Meyman ve hate weşandin.
Rêberê Gelê Kurd di Sosyolojiya Azadiyê de ji bo çareseriya pirsgirêkên herî lezgîn ên sedsala 21'ê rêbazekê pêşkêş dike.
Rêber Apo di pirtûka xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de ji bo avakirina alternatîfekê ji modernîteya kapîtalîst, hîmên esasî û şênber ên modernîteya demokratîk di berhema xwe ya ji 520 rûpelî de vedibêje.
Di pirtûkê de 12 pirsgirêkên civakî yên bingehîn pênase dike ku krîza modernîteya kapîtalîst nîşan didin: desthialtdarî û dewlet, exlaq û siyaset, mejî, aborî, endustriyalîzm, ekolojî, zayendîperestî, malbat, jin û pirsgirêka nifûsê, bajarbûyîn, çîn, burokrasî, perwerde û tenduristî, mîlîtarîzm û herî dawî jî pirsgirêka aştî û demokrasiyê.
Rêber Apo destnîşan dike ku ev pirsgirêk hemû pêwendiya xwe bi hev re heye û xwe dispêre heman çavkaniyê, yanî dewletê, desthilatdariyê, kuştina civakê.
Pirtûk ji vê navnîşanê dikare bê xwestin: https://descontrol.cat/portfolio/sociologia-de-la-libertad/.
Her wiha di demeke nêz de ji malpera înternetê ya Weşanxaneya Meyman meyman.org û pirtukxane.net dikare bê peydakirin.