Pîrozbahiyên Newrozê didomin
Bihatina gel hev a bi sedan Kurdisanî ya li bajarên Goppîngen, Freîbûrg û Bondensse yên Elmanyayê Cejna Newrozê hate pîrozkirin.
Bihatina gel hev a bi sedan Kurdisanî ya li bajarên Goppîngen, Freîbûrg û Bondensse yên Elmanyayê Cejna Newrozê hate pîrozkirin.
Bi tevlîbûna Kurdisaniyan li bajarê Goppîngen ê Elmanyayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) Newroz hate pîrozkirin. Hevserokê NCKD a Esslîngenê Farûk Mûtlû axivî û got: “Em ê li dijî Dehaq Erdogan li ber xwe bidin. Siyasetmedara Kurd Zozan Serhat jî axivî. Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdan hate nîşandan û hunermend, Zeynep Enhas, Hozan Sîmar û Koma Dîlan a foklorê derketin ser dikê.
BODENSEE
Kurdistaniyên li bajarê Bondensee ya Elmanyayê jî hatin ba hev mîtîngek lidar xistin. Kurdistanî bi meşekê ber bi qada ku wê Newrozê lê pîroz bikin ve dest bi meşê kirin. Her wiha dostên Elmanî jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di axaftinên hatinkirin de banga piştevaniyê ya bi grevên birçîbûnê re hate kirin. Koma Awazên Çiya, Erîş, Hozan Pewman Arjîn û koma foklorê ya Mezopotamya derketin ser dikê.
FREÎBÛRG
Li bajarê Freîbûrgê bi şeveke şahiyê Newroz hate pîrozkirin. Di axaftinên hatin kirin de heta gotin ku şaredariyên bi qeyûman hatine dagirkirin hatine girtin. Di dewama şahiyê de girseya gel li ber stranên Awazê Rojê û Peywan Arjîn govend gerandin.