NÛ BÛ III

Pîrozbahiyên Cejna Vejînê: Em bi ruhê seferberiyê xwedî li Rojavayê derkevin

Li gelek navendên Ewropayê bi boneya salvegera 46’emîn a damezrandina PKK’ê şahî hatin lidarxistin û hate gotin: “Roj roja bi ruhê seferberiyê xwedîlêderketina Rojavayê ye."

Li gelek navendên Ewropayê bi boneya 46'emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) şahî hatin lidarxistin.

ESSEN

Li bajarê Elmanyayê Essenê, Meclîsa Gel a Demokratîk a Essenê, di çarçoveya çalakiyên 46'emîn salvegera damezrandina PKK'ê de li Salona Kultur Saalê şahiyek li dar xist.

Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut, malbatên şehîdan, hunermend, nûnerên Saziyên Kurd ên Demokratîk û gelek Kurdistanî beşdarî şahiyê bûn.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li salonê alayên PKK'ê, wêneyên Rêber Apo û yên kadroyên pêşeng ên YPG, YPJ û PKK'ê yên şehîd bûne hatin hilgirtin. Şahî bi muzîka Hozan Fevzî Kiliç û Silav Rojavayê berdewam kir.

Piştre Hevseroka KCDKD-E'yê Zubeyde Zumrutê xîtabî beşdarvanan kir: "27'ê Mijdarê ji bo gelê Kurd rojeke gelek giring e. Em Rêberê xwe yê ku ev roj diyariyê me kiriye silav dikin û şehîdên xwe bi minet bi bîr tînin. PKK heqîqeta bi hezaran qehremenên berxwedêr e. Yên ku dixwazin PKK'ê tasfiye bikin, bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hewl didin têkoşîna PKK'ê kêm bikin. Vîna bihêz ya Rêberê me û ruhê berxwedêr yê gelê me dê van lîstikên qirêj berhewa bike. Azadî nêz e.!"

Zubeyde Zumrutê axaftina xwe wiha domand: "Bi taybet dewleta nijadperest a Tirk, dewletên dagirker şerê xwe yê li dijî gelê Kurd didomînin. Bi paradîgmaya Rêber Apo, bi pêşengiya jinan li Rojava şoreşek pêk hat. Dewletên dagirker û dewleta Tirk îro hewl didin vê şoreşê ji holê rakin. Li Heleb û Şehbayê şer dijwar dibe. Dixwazin ji krîza li Sûriyeyê derketî sûd wergirin û pergaleke derveyî Kurdan ava bikin. Îro berdevkên DAÎŞ'ê Erdogan û Bahçelî, çeteyên xwe dîsa xistine dewrê. Dixwazin Heleb û Şehbayê bixînin. Bangawaziya min li gelê me yê li Ewropayê ye: Dema ku xwestin Kobanê têk bibin Rêber Apo gotibê 'Bi ruhê seferberiyê xwedî li Kobanê derkevin'. Roj roja bi ruhê seferberiyê xwedîlêderketina Rojavayê ye."

Piştre koma şanoyê Koma Ehmedê Xanî derket ser dikê. Piştî şanoyê jî Hozan Welat û Zinar Sozdar derketin ser dikê.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî berxwedana gerîla” û  “Bê Serok jiyan nabe" û bi govendê bi dawî bû.

HAMBURG

Bi boneya 46'emîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di pîrozbahiya li bajarê Elmanyayê Hamburgê de ruhê coş û berxwedanê li pêş bû.

Berî pîrozbahiya li salona Phonixê ya li Hamburgê, salon ji serî heta binî bi wêneyên Rêber Apo, kadroyên pêşeng ên PKK'ê û posterên Şehîdên Azadiya Kurdistanê hat tijîkirin.

Piştî rêzgirtinê Siyasetmedar Ahmet Aktaşê ku 40 salan şahidiya têkoşîna PKK'ê kiriye axaftinek kir:

"PKK wek hêviya gelê Kurd, berî niha 46 salan ket nav rûpelên dîrokê. PKK navê têkoşînekê ye ku her kêliya wê her saniyeya wê bi qehremaniyan derbas bûye. Em bi hêsanî nehatin heta van rojan. Ji bo azadiyê berdêlên giran hatin dayîn. Rêber Apo piştî Kawayê Hesinkar bû rêberê duyemîn ê vî gelî. Divê em her tim di nav yekitiyê de tevbigerin. Ev tevger xwe ji gelê xwe têr dike."

Piştre komeka girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi flama alayan meşa silavdayîna damezrandina PKK’ê li dar xist. 

Di çalakiyê de pankartên "Ji PKK’ê hez bikin, rêzê li PKK’ê bigirin, ji PKK’ê bawer bikin", “Tolhildan’, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana PKK'ê”, “Azadî bi xwerêvebirinê dest pê dike” hatin vekirin û sînevîzyoneke derbarê avabûna PKK'ê de hat temaşekirin.

Hunermendên wek Beser Şahîn, Deza Amed ve Grup Çaryek'ê derketin li ser dikê.

Pîrozbahiyê bi xwepêşandana folklorîk a Koma Sîpan Amarayê û bi geranndina govendan heta saetên derengê şevê dewam kir. 

DARMSTADT

Li bajarê Elmanyayê Dramstadtê bi hezaran Kurdistanî ji bo 46'emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li hev kom bûn.

Di pîrozbahiyê de komîteya amadekar, bi boneya giringiya rojê axaftinek kir û bal kişand ser giringiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Siyasetmedar Îsmet Kem diyar kir ku di 46'emîn salvegera Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de wek tevger pêşketineke mezin bi dest xistine û li her çar aliyê cîhanê girse li dor fikir û ramanên Rêber Apo kom bûne û xala hevpar "Rastiya Rêbertî" ye."

Kem bal kişand ser rengvedana Şoreşa Rojavayê ya li her çar aliyên cîhanê û diyar kir ku bi qasî nan û avê pêwîstî bi fikir û ramanên giştî heye û piştre bal kişand ser konsepta êrîş û înkarê ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Şoreşa Rojavayê. Îsmet Kem li dijî pergala nû ya cîhanê banga yekîtiya neteweyî kir û got: "Divê her çar parçeyên Kurdistanê li dijî feraseta înkar û îmhayê bibin yek."

Di pîrozbahiyê de sînevîzyoneke behsa pêvajoya dîrokî ya PKK’ê dike hat nîşandan. Piştre  Kawa Urmiyê, Koroya Zarokan a Bensheimê, Koma Azad  û Hunermend Berî Altayê stranên xwe gotin. Pîrozbahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

GOTZIS

46'emîn salvegera damezrandina PKK'ê li Navenda Çandê ya Sarayê ya li navçeya Gotzisê ya girêdayî eyaleta Voralbergê ya Awûstûryayê hat pîrozkirin.

Çalakî ji bo Şehîdên Azadiya Kuristanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevîzyoneke behsa pêvajoya dîrokî ya PKK’ê dike hat nîşandan.

Piştre babê şehîdan Bavê Delîl axaftinek kir. Bavê delîl bal kişand ser geşedanên di van sê rojên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê pêk tên û got: "Dîsa ji aliyê çeteyên di bin rêveberiya dewleta Tirk a dagirker de hewla dagirkirina Rojavayê tê dayîn. Li dijî vê yekê divê Kurd bi ruhê Kobanê xwedî li xaka xwe derkeve."

Siyasetmedar Mûrat Mûnzûr jî bi kurtî behsa dîroka Tevgera Azadiyê û berdêlên hatine dayîn kir û diyar kir ku tevî ji 40 hezarî zêdetir şehîdan û bi hezaran "serwindayan", Tevgera Azadiyê îro giheştiye asteke cîhanî.

Mûnzûr bal kişand ser pêwîstiya pratîkeke li gor ruhê rastiya têkoşîn û piştgiriyê û axaftina xwe bi dawî kir.  Piştre hunermend Dilyar Serêkaniyê û Demhat Botan stranên xwe gotin. Pîrozbahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

MANNHEIM

Li Mannhemimê bi pêşengiya Meclîsa Gel û Meclîsa Jinê ve 46’emîn salvegera Cejna Vejînê hat pîrozkirin. Nêzî hezar kesî tevlî pîrozbahiyê bû.

Di pîrozbahiyê de ji go giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre saziyan peyamên xwe dan.

Piştre Hozan Comert, Hozan Zozan û Koma Sînan derketin li ser dikê û stran gotin.

NANTES

Li bajarê Nantes ê Fransayê Cejna Vejînê hat pîrozkirin. Li qada pîrozbahiyê alên Rêber Apo, PKK û wêneyê katroyên pêşeng ên PKK’ê hatin daliqandin.

Pîrozbahiya bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM-N) hat lidarxistin de gelek dostên Kurdan ên Fransî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Di pîrozbahiyê de sînevîzyon hat pêşandan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadi” û “Bijî berxwedana PKK” hatin berzkirin.

Di pîrozbahiyê hunermend Ergîn Xelîkan, Binevş Cizîrî û Rênas Demhat derketin li ser dikê û stran gotin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

BREMEN

Meclîsên Civaka Kurd a Demokratîk ên Bremen û Oldenburgê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahî li Dêra Suryaniyên Ortodoks a Delemnhortsê hat kirin û nêzî 800'î kes beşdar bûn.

Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever xîtabî beşdarvanan kir û wiha axivî: “Roja Vejînê di serî de Rêber Apo, li girtiyên li zindanan, gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê, şervanên azadiyê, jinên têkoşer, ciwanên serbilind, dayikên şehîdan û li we hemiyan pîroz be. Ev 46 sal in, li dijî dagirkeriya Tirkan, li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê bêyî navber berdewam e.  Îro li Kurdistanê berxwedaneke mezin heye. Li serê çiyayên Kurdistanê keç û kurên vî gelî li ber xwe didin. Li Rojavayê, li Şengalê, li Rojhilatê Kurdistanê li ber xwe didin. Em silavên xwe ji wan re dijînin û dibêjin, ey şervanên azadiyê, hûn her hebin."

Beşdaran di pêrozbahiyê bi stranên Ozgur Comert, Mazlûm Demîr û Şerzan Bêrîtan govend gerandin.

MANTES LA JOLIE

Li bajarê Fransayê Mantes la Jolieyê bi sedan Kurdistanî hatin ba hev û 46'emîn salvegera PKK'ê bi coş pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de berxwedana li Rojavayê hat silavkirin û li dijî êrîşên li ser Rojavayê banga seferberiyê hat kirin. Girseyê bersiva silava Rêber Apo bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" da. Ciwan bi alaya PKK'ê û bi wêneyên Rêber Apo meşiyan û ketin salona pîrozbahiyê.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyona ku behsa dîroka PKK'ê dike hat nîşandan û hunermendên wekî Hozan Devrîm, Tûncay Dilêmin, Ûlaş Kelaşîn, Helbest Arî û Seyda Perînçek derketin ser dikê.

KIEL

Li bajarê Elmanyayê Kielê, Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Kielê li Mega Saray Kielê şahiyeke bicoş li dar xist. Salon bi alayên PKK, YPG, YPJ û posterên Rêber Apo hat tijekirin.

Şahiyê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di şahiyê de Koma Komaleyê, Bengî Agirî û Baran Agir derketin ser dikê. Piştre siyasetmedar Nîhat Akdogan axaftinek kir. Akdogan beşdarvan silav kirin û behsa felsefeya PKK'ê kir.

Akdogan di berdewama axaftina xwe de li ser rojeva Rojava axivî û wiha got: "Divê em destnîşan bikin ku paradîgmaya li Rojava paradîgmaya Rêbertî ye. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê dê qet bi ser nekevin. Di vê sedsalê de divê Kurd bibin yek û divê ji bîra me neçe ku ev sedsal sedsala Kurdan e. Di vê rewşê de berpirsiyarî dikeve ser milê me Kurdên li Ewropayê jî. Divê em jî berpirsiyariyên xwe di asta herî baş de bi cih bînin."

LIMASOL

Li gundê Xirokita yê Limasol ê Qibrisê gelek Kurdistanî û dostên gelê Kurd li hev civiyan û 46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Salona pîrozbahiyê bi posterê mezin ê Rêber Apo, wêneyên gerîlayên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, alên PKK û HPG'ê hat xemilandin.

Merasîmbi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de sirûda “Herne Pêş” hat xwendin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e gel li vir e" hatin berzkirin.

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat di destpêka axaftina xwe de got, "Ez Rêber Apo û şehîdên me yên ku ev roj diyarî me kirin bi rêzdarî silav dikim" û peyama, "Îsal wê bibe sala gelê Kurd û sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo" da.

Siyasetmedarê Kurd Baran Hebûn di çalakiyê de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk a faşîst li ser Şoreşa Rojava tê meşandin bi tundî şermezar kir.

Piştre pîrozbahî bi stranên koroya zarokan a Navenda Çanda Kurd a Teofîlos hunermend Semyan Adar, Mazlûm Şiwan û gerandina govendê bi dawî bû.

GRAZ

46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê li Grazê hat pîrozkirin. Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Hunermend Koma Dewran, Îbo Qamişlo, Peywan Arjîn û Koma Dem derketin ser dikê.

Di axaftinan de wiha hate gotin: “PKK di sala xwe ya 46’an de ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêvî. Ev berxwedan bi Hakî Karer dest pê kir û bi Mazlûm Dogan re bû meşaleya azadiyê. Bi Sakîne Cansiz re hêvî heye, bi Zîlan re tolhildana Seyîd Riza û Şêx Seîd e, bi Bêrîtan re rûxandina xiyanetê temsîl dike.”

Pîrozbahî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Bijî gzadiya gelan", "Bijî Kurdistan" bi dawî bû.