Pîrozbahiya Cejina Vejînê li Ewropayê - HAT NÛKIRIN
Kurdistaniyên li Fransa, Swîsre û Elmanyayê, salvegera 39’emîn a 15’ê Tebaxê bi şahiyan pîroz kir.
Kurdistaniyên li Fransa, Swîsre û Elmanyayê, salvegera 39’emîn a 15’ê Tebaxê bi şahiyan pîroz kir.
Li Parîsa paytexta Fransayê, li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê û li Munîhê ku bajarekê Elmanyayê ye, Pêngava 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an ku Cejina Vejînê ya Kurdan e, bi girseyî hat pîrozkirin.
PARÎS
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsa paytexta Fransayê çalakî li dar xist. Bi sedan Kurdistanî bûn beşdar. Salona Pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Egîd (Mahsûm Korkmaz) ku pêşengê Pêngava 15’ê Tebaxê ye û Şehîdên Azadiya Kurdistanê hat xemilandin.
Çalakî, bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê bû. Hevseroka CDK-F’ê Xanê Akdogan ku axavtina destpêka bernameyê kir, got ku bi saya têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku mîmarê Pêngava 15’ê Tebaxê ye Kurd ji nû ve jiyane û dinyayê ew nas kirine. Akdogan, her wiha diyar kir ku di serî de Ferman Egîd û bi dehhezaran şehîd bi saya têkoşîna PKK’ê Kurd ji nû ve jiyane û ev têkoşîn ji bo hemû hêzên şoreşger û pêşverû yên cîhanê bûye moral.
Girse li ber stranên Hozan Tûncay, Koma Nûjen, Ûlaş Kelaşîn û Deza Amed rabû govendê.
Di şahiyê de bêyî sekin dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî 15’ê Tebaxê’’ û ‘’Bijî Cejina Vejînê’’ hatin berzkirin.
SOLOTHÛRN
Li Kantona Solothûrn a Swîsreyê jî pîrozbahî hat kirin. Pîrozbahî ku ji aliyê Meclisa Gelê Kurd a Şehîd Firaz Dag ve hat organîzekirin bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû.
Pîrozbahî bi axavtina destpêkê ya Hevseroka Meclisa Gelê Kurd Hulya Gokalpê dest pê bû. Di pîrozbahiyê de di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlay û girtiyên berxwedêr, cejina vejînê ya hemû Kurdan hat pîrozkirin.
Endama TJK-E’yê Sozdar Sîdar ku bi pişt re axivî, diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo dîroka Kurd û Kurdistanê xaleke werçerxê ya giring e û got: ‘’Pêngava ku fermandar Egîd û hevalên xwe kiriye, veguheriye tevgereke ku bi milyonan kesan daye pey û hebûna Kurdan pê li hemû dinyayê hatiye peyitandin.’’
Emrah Bingul ku li ser navê Dîwana Hevserokatiyê ya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) tev li pîrozbahiyê bû, bi bîr xist ku Kurd di siyaseta Rojhilata Navîn de hêzeke diyarker in.
Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk ku tev li pîrozbahiyê bû, îşaret bi konferansa bi boneya sala sedemîn a Peymana Lozanê hat lidarxistin, kir û anî ziman ku Kurdan bi wê konferansê vîna xwe diyar kiriye û peyman nehesibandiye.
Kefa gel ji lîstikên koma govendê ya Meclisa Gelê Kurd a Solothûrnê re hat û li ber rabû govendê.
MUNÎH
Kurdistaniyên li Munîhê, salvegera 15’ê Tebaxê li parkekê pîroz kir.
Bi organîzekirina Înîsiyatîfa Ciwanên Munîhê li West Parkê pîrozbahî hat kirin. Kurdistanî û dostên xwe tev lê bûn.
Hunermend Onûr Evîn li vir wiha axivî: ‘’ Bi guleya ewil a Fermandar Egîd, agirê vejînê ji nû ve pê ket. Ji bo me Kurdan cihê kêfxweşiyê ye ku bi pêşengtiya Rêber Apo, bi têkoşîna hevrêyên mîna Egîd nav û dengê me Kurdan li dinyayê belav bûye. Silav li Rêber Apo ku 23 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Di serî de hevrê Egîd, em hemû şoreşgerên Kurdistanê ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, bi hurmet bi bîr tînin. Ji bo azadiya gelên Kurdistanê em ê li têkoşîna xwe dewam bikin û bi ser bikevin.’’
Piştî axavtinê li ber stranên Kurdî govend hat girtin.
VOLKLÎNGEN
Li eyaleta Saarland a Elmanyayê, 15’ê Tebaxê Cejina Vejînê li bajarê Volklîngenê bi seyranê hat pîrozkirin. Bi sedan kes bûn beşdar.
Qada mîtîngê bi al û flamayên ku nîşaneyên Kurdistanê ne, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) ku pêşengê Pêngava 15’ê Tebaxê ye, hat xemilandin.
Piştî rêzgirtinê axavtin hatin kirin. Di axavtinan de îşaret bi giringiya çalakiya 15’ê Tebaxe hat kirin û hat destnîşankirin ku Pêngava 15’ê Tebaxê destpêka meşa bi serbilîndî ya Kurdan e di nava mirovahiya pêşverû de.
Di bernameya çandî ya çalakiyê de jî Koma Hezex û Kizil Berîtan hebûn. Skecek li ser çalakiya 15’ê Tebaxê hat lîstin.
Dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ hatin berzkirin û pîrozbahî qediya.
GRAZ
Kurdistaniyên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Graz ê Awûstûryayê hatin ba hev, salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
Pîrozbahî li cihekê ji der ve, bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê bû. Di axavtinan de hat destnîşankirin ku 15’ê Tebaxê guleya yekemîn li dijî mêtingeriyê û xiyanetê hatiye berdan û baweriya Kurdan bi azadiyê çêbûye û bi wî ruhî têkoşîn û berxwedan li her derê berdewam in.