Peyama Nobeda Azadiyê: Azadiya Rêberê me armanca bingehîn e
Çalakgerên Nobeda Azadiyê diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e û gotin, "Heta ku azadiya Rêberê xwe misoger bikin em ê têbikoşin."
Çalakgerên Nobeda Azadiyê diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e û gotin, "Heta ku azadiya Rêberê xwe misoger bikin em ê têbikoşin."
Nobeda Azadiyê ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê destpê kir, di sala 13'an de bi biryardarî dewam dike.
Çalakiya ku her hefteyê bi komeke ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dewam dike, kete hefteya 630'î. Di hefteya nû ya nobedê de koma ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê çalakî dewr wergirt. Bi navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Hasan Torî, Lîlav Şêxahmed û Agît Kaplan di nava koma çalakiyê de ne.
Di nava rojê de endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saint-Avold a Fransayê serdana çalakgeran kirin.
Di nava komê de Sezaî Keskîn û Serkan Topçû hebûn. Çalakgeran bi rêya dîmenekî peyama xwe anîn ziman.