Pêngava 15’ê Tebaxê li Ticino’yê bi meşê hate silavkirin
Welatparêzan Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Ticinoyê pîroz kirin û berxwedana gerîla silav kirin.
Welatparêzan Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Ticinoyê pîroz kirin û berxwedana gerîla silav kirin.
Li Kantona Ticino ya Swîsreyê bi pêşengiya ciwanên Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) meş hate lidarxistin û berxwedana azadiyê ya ku PKK’ê 15’ê Tebaxa 1984’an dayî destpêkirin, hate silavkirin.
Çalakvan li qada bajarê Giubiasco kom bûn û bi berzkirina dirûşmeyan heta qada bajarê Bellinzona meşiyan. Di meşê de pankarta “Defend Rojava dagirkeriyê nehêle” hate hildan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Tirkiye faşîst, statuya wê terorîst” û “Bijî PKK, YPG” hatin berzkirin.
Girseya ku hatî qadê, li ber stranên Kurdî govend gerandin. Piştî govendê bi çepik û berzkirina dirûşmeyan çalakî bi dawî bû.