Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarên Swîsreyê hate pîrozkirin

Li gelek navendên Swîsreyê salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin.

Bi pêşengiya Navenda Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li kantonên Cenevre, Scahaffhaûsen, Beklînzona, Basel, Bern, Wîntherthûr, St Gallen û Chûr Cejna Vejînê hat pîrozkirin.

LOZAN

Kurdistaniyên li Lozanê ji bo pêşwazîkirina salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê di saetên zû de hatin cihê pîrozbahiyê.

Qada pîrozbahiyê bi posterên Fermandarê pêşeng ê Pêngava 15’ê Tebaxê Egîd (Mahsum Korkmaz) û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hate xemilandin. Ciwanan govend gerandin.

Pîrozbahî di şexsê fermandar Egîd de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên CDK’ê Hatîce Kandal û Zulfu Bînbîr bi Kurdî û Zazakî axivîn û cejna berxwedana gel pîroz kirin.

Nûnerê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar tevlî pîrozbahiyê bû û Cejna Vejînê ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şoreşgerên di zindanan de, gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin û gelê Kurdistanê pîroz kir.

Aydar, banga tevlîbûna meşa ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2’ê Îlonê de li Strasboûrgê bê lidarxistin kir.

Piştî axaftinên Aydar helbes hatin xwendin û ji bo zarokan atolyeyên lîstikê hatin amadekirin. Kurdistanî bi gerandina govendî pîrozbahiyê domandin.

SCHAFFHAÛSEN

Kurdistanî li kontona Scahaffhaûsenê jî pîrozbahî lidarxistin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Meclîsên Gelê Kurd a Kantonê Emîn Konar axivî û Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li beşdaran pîroz kir û wiha got: “Em şehîdên xwe yên leheng ên ku gelê me hişyar kirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

Piştî axaftina Konar, govend hat geradin.

ZÛG

Kurdistaniyên li kantona Zûgê, Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Siyasetmedar Mûsa Farisogullari ku beşdarî pîrozbahiyê bû, geşedanên dîrokî û bûyerên heyî yên ji Pêngava 15’ê Tebaxê û vir ve nirxand.

BÎEL

Kurdistaniyên ku li bajarê Bîel ê kantona Bernê ya Swîsreyê hatin bav hev, bi coşeke mezin Cejna Vejînê pîroz kirin.

Di çalakiyê de ku bi beşdariya meclîsên gel ên Bern, Bîel û Frîboûrgê pêk hat de, li ser navê meclîsên gel siyasetmedar Ahmet Kaya axivî. Kaya wiha got: “Di serî de gelê Kurd hemû gelên bindest zanîn ku rizgariya rast bi berxwedanê re pêkan dibe. Ez fermandarê mezin Şehîd Egîd û hevreyên wî bi bîr tînim ku ev tişt bi me dan zanîn. Em deyndarê Kemal, Hakî û Egîdan in. Em ê di vê oxirê de her roj bixebitin û têkoşînê mezin bikin.”

Pîrozbahî bi kilam û govendê dewam kir û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî 15’ê Tebaxê” bi dawî bû.

ZURÎH

Bi boneya Pêngava 15’ê Tebaxê li qada seyrangehê ya li bajarokê Schlîeren ê kantona Zurîhê pîrozbahî hat lidarxistin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka Naven Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîhê Ayşe Dîcle axivî û beşdaran silav kir.

Endamê Dîwana Serokatiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Emrûllah Bîngul di pîrozbahiyê de axivî û got: “Em di şexsê Fermandar Egîd de ku dîrokek serketî da destpêkirin, şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Erka me ew e ku em vê têkoşînê pêş bixin.”

Siyasetmedar Serhed Agirî jî bal kişand ser rêxistina ku “Guleya Yekemîn” afirand û wiha got: “Li Rojhilata Navîn çiqasî bi hêz bin jî divê rêxistinek we hebe. Ger em dibêjin em rêxistin in, divê em li gorî wê tevbigerin.”

Pîrozbahî bi stranên komên herêmî û gerandina govendê dewam kir.

BAJARÊN DIN

Li bajarên Basel, St Gallen, Wînterthûr û Bellînzona jî Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.