Piştî nîqaşên danê nîvro ya li parlemetoya li Brûkselê û şûnde Parlementoya Ewropayê pêşnûmebiryarek a ‘Têkildarî Selahattîn Demîrtaş û dozên girtiyên din ên mehkûmê ramanê û rewşa mafê mirovan a li Tirkiyeyê’ xiste dengdanê.
Di biryarê de ev hate gotin: “Tirkiye ji ber endamê Konseya Ewropayê, aliyê Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye neçare ku li gorî feraset û hikmê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) tev bigere.”
Di biryarê de nerazîbûn nîşanî girtina Hevseroka Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û hilbijêrên HDP’ê yên hatine girtin dan, hate gotin ku îro tenê 6 hevşaredarên HDP’ê li ser erkê ne, hemû yên din an ji erkê hatine girtin an jî girtî ne.
Di biryarê de ev hate gotin: “Ji ber guhnedayîna daraz û meqamên Tirk a biryarên DMME’yê, dîsa newekheviya biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk fikarên mezin hene.”
Di dewamê de ev hate gotin: “Parlementoya Ewropayê bang li Tirkiye dike ku li gorî biryarên hikmên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) tev bigere. Ji bo bicihanîna hiqûqê, bihêzbûna mafê kêmenetewan, demokrasî û mafê bingehîn bi Konsey Ewropayê re tam di nava hevkariyê de bin. Hikûmeta Tirk vedixwînin ku hemû li gorî pêvajoya darazê ya bingehîn a kesî, dozên xwe li gorî standarên navneteweyî pêk bînin û ji aliyê sîstemeke darazê ya serbixwe ve bê lêkolînkirin.
Ji êrîşên ji aliyê meqamên Tirk ve tim li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên ciwanan bi awayekî taybet û siyasî dike hedef, parlementoyê fikarên kûr hene.Bang li meqamên Tirk dikin tavilê dev ji vê zextê bînin. Ji girtina HDP’ê û dîsa rakirina destlênedayîna 9 parlemeterên HDP’ê fikarên kûr hene.”
Di biryara ji 12 bendan pêk tê de, li ser azadiya çapemeniyê jî nirxandin hatin kirin, daxwaz hate kirin ku rojnamevan bê parastin û ewlehiya wê bê zêdekirin, dîsa dozên bi armanca siyasî ya li dijî xebatkarên medyayê jî bi dawî bibin.