Li bara Tirkiyê ne dema gotinê lê dema çalakiyê ye

Li Parlamentoya Ewropayê ya Brûkselê di serî de hilbijartiyên HDP'ê yên rehîn li ser rewşa mafê mirovan a Tirkiyê hate axaftin.

Pêrşmembê li Parlamentoyê bi sernavê ,'Li Tirkiyê di serî de Selahattîn Demîrtaş û rewşa mafê mirovan ên girtiyên din ên ramanê'' nîqaş hatin kirin.

Di civînê de ji hemû komên siyasî û nûneran û Komîsera Wekheviyê Hela Dallî axivî.

Piştî rûniştinê, ''Di serî de ya Selahattîn Demîrtaş û doza girtiyên din ên ramanê, têkilî mafê mirovan a li Tirkiyê'' wê pêşnûmeya biryarê ya Parlamentoya Ewropayê were dengdan. Tê xwestin ku Demîrtaş û girtiyên din were berdan, biryarên DMME'yê, mafên sereke û hiqûa navnetewî wer ebicihanîn û dawî li zextan were.

Di axaftinên rûniştinan de rewşa Demîrtaş û girtiyên din û reşa mafê mirovan a giştî ya li Tirkiyê hate destnîşankirin û hate gotin êdî ne dema gotinê lê dema çalakiyê ye. Piraniya axaftvanan xwest ku li ser Tirkiyê biryara pêkirinê were standin.

Mîguel Urban Crespo yê ji GUE/NGL'ê ku di serî de axivî diyar kir li gel briyara DMME'yê Demîrtaş hê jî girtiye û got, ''Wiha xuya dike heta ku AKP neyê sekinandin wê girtin bidomin.''

Crespo got, ''Hewceyî bi helwesteke tund heye (...) Divê mirov ferz bike ku hemû girtiyên siyasî werin berdan.''

Ji Koma Nasname û Demokrasiyê Tîhery Marînî jî li dijî têkiliyên Elman û Tirkiyê helwest nîşan da û got, ''Tirkiye ji bo hemû Ewropayê taloke ye. YE ya bi pêşengiya Elmanyayê li ber Tirkiyê em kirim pozîsyona teslîmkirinê.''

Ji Koma Keskan Sergey Lagodînsky jî got, ''Ji bo lehengên demokrasiyê em kêm tiştan dikin.''

Ji Koma Renew Europe Hîlde Vautmans jî got, ''Heke hûn dixwazin bi Ewropayê re deriyekî nû vekin hûn dizanin bê ka hûn divê çi bikin'' û mafê mirovan ê sereke destnîşan kir.

Ji Koma Tifaqa Pêşverû ya Demokratên Sosyalîst Nacoh Sanchez Amor jî got rewşa Demîrtaş girtîn e, xwest ku Demîrtaş were berdan.

Ji Koma Partiya Gel a Demokrat a Xiristiyan Peter van Dalen jî got, ''Êdî gotin têrê nake, hewcehî bi kirina heye (...) Li dijî rejîmê divê biryarên tund ên pêkirinê werin standin.''

Nûnerê koma Partiya Gel Tamîslav Sokol jî bi taybetî bal kişande ser rewşa Demîrtaş û xwest ku Tirkiye biryara DMME'yê bi cih bîne.

Ji Koma Tifaqa Pêşverû ya Demokratên Sosyalîst Katî Pîrî bi bîr xist ku Demîrtaş ev ji 4 salan zêdetir e gritîye û got, ''Sûcê wî ew e ku bû dengê kesên ku dengê wan nayê bihîstin.''

Ji Koma Renew Europe Ramona Strugarîû jî got, ''Em ê heta kengî li ber rewşa daraza li Tirkiyê bêdeng bimînin'' û got piştî ku ji mafê mirovan re hurmetdar bin ew dikarin bi Tirkiyê re diyalogê deynin.

Ji Koma Nasneme û Demokrasiyê Susanna Ceccardî jî bal kişande alîkariya darayî ya ji bo Tirkiyê û got, ''Rojava heta kengî wê dijminê xwe fînanse bike'' û got, ''Hin dîktator ji dîplomasiyê, mafê mirovan fêhm nakin (...)Tirkiye ti caran nebû welatê Ewropayê û wê nebe jî.''

Ji Koma Keskan/ Tifaqa Azad a Ewroapyê Françoîs Alfonsî jî xwest ku PKK ji nav lîsteya terorîst wer ederxistin.

Ji koma Muxafazkar û Reformîstan a Ewropayê Angel Dzhambazkî jî got Erdogan mafê mirovan û demokrasî binpêk iriye, ''Divê em dev ji gotinê biqerin, gavan bavêjin û biryarên pêkirinê li ser Tirkiyê bistînin.''

Komîsera Wekheviyê Helana Dallî jî got, ''Yekîtiya Ewropayê gelek caran fikarên xwe got (...) Me gelek tişt xwestin. DMME'yê jî bi biryara xwe ev fikar piştrast kirin'' û diyar kir Demîrtaş li dijî xalên DMME'yê hê jî girtî tê hiştin.