PCF’ê nerazîbûn nîşanî zextên li ser HDP’ê da

Partiya Komunîst a Fransayê bertek nîşanî zext û êrîşên li ser HDP'ê da û got, "HDP ji bo pêşketina civakî û ekolojîk, azadî, wekhevî û azadiya jinê tevdigere."

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) di daxuyaniya nivîskî de got, "Serokomarê Tirkiyeyê dixwaze muxalifên li hemberî xwe ji holê rake. Ji sala 2015'an û vir ve bi taybet di dema doza Kobanê de parlementerên HDP’ê avête girtîgehê, şaredar ji peywirê stend, zext û krîmînalîzasyona li ser HDP’ê zêdetir kir. Ji salekê zêdetir e doza qedexekirina HDP’ê li Dadgeha Makeqanûnê ye. Bang li dadgehê tê kirin ku piştî 14’ê Adara 2023’an biryara xwe bide. Ev biryara ku wê were dayîn wê kêfî be û tê wateya binpêkirina Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê.

Erdogan dilezîne û eleqeya vê lezgînbûnê bi hilbijartinên di meha Gulan û Hezîranê de heye. Otokratê Enqereyê welat xistiye nav kaosekê û hewl dide herêmê bê îstîkar bike. Partiya me piştgiriyê dide HDP’ê.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) pêvajoya qedexekirina HDP'ê ya di Dadgeha Makeqanûnê de şermezar dike. HDP ji bo pêşketina civakî û ekolojîk, azadî, wekhevî û azadiya jinê tevdigere. Em dixwazin doza girtinê were sekinandin û hemû gelên Tirkiyeyê azad bibin.”