Partiya Çep ji bo 'rakirina qedexeyê' bang li rektor kir

Hevserokên Koma Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê nameyek ji Rektorê Zanîngeha Hambûrgê Prof. Dr. Hauke Heekeren re şandin û xwestin tavilê biryara qedexeyê ya li ser konferansa 'Em cîhana xwe dixwazin' betal bike.

Bi hewldana Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, Rektorê Zanîngeha Hambûrgê Prof. Dr. Hauke Heekeren nehişt ku konferansa bi sernavê 'Em cîhana xwe dixwazin' li saloneke zanîngehê di 7-9'ê Nîsana 2023'an de bê lidarxistin.

Ji bo Prof. Heekeren biryara xwe biguherîne û deriyên zanîngehê li konferansê veke, di asta cîhanê de kampanya îmzeyan a zanyar û akademîsyenên naskirî dewam dike. Partiya Çep jî ku li Meclîsa Eyaleta Hambûrgê koma xwe heye, kete nava hewldaneke bi heman rengî. Hevserokên Koma Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr û Sabîne Boeddînghaûs ji bo biryara qedexeyê bê betalkirin nameyek ji Rektorê Zanîngeha Hambûrgê Prof. Dr. Heekeren re şandin.

Ozdemîr û Boeddînghaûs fikarên xwe ji ber biryara betalkirinê anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya vê konferansa bi beşdariya xurt a ji bo cîhana zanistiyê. Hevserokan ev bang li Prof. Dr. Heekeren kirin: "Em ji we dixwazin ku dev ji biryara xwe berdin ku demeke kurt beriya destpêkirina konferansê we dan û ji bo peydakirina rêyeke çareseriyê bi me re bikevin nava têkiliyê."

DAXWAZA 'BIKEVIN NAVA HEWLDANAN' JI ŞAREDAR JÎ HATE KIRIN

Hevserokên Koma Partiya Çep Cansû Ozdemîr û Sabîne Boeddînghaûs her wiha nameyek ji Şaredarê Hambûrgê Peter Tschentscher û alîkara wî Katharîna Fegebank re şandin û xwestin ku konferans mîna hatiye plankirin li kampusa Zanîngeha Hambûrgê bê lidarxistin. Rêveberên Partiya Çep ji şaredar û alîkara şaredar xwestin ku ji bo biryar bê betalkirin li Rektoriya Zanîngeha Hambûrgê bikevin nava hewldanan.

Di vê navberê de li gel biryara qedexeyê ya li Zanîngeha Hambûrgê jî konferansa 'Em cîhana xwe dixwazin' wê di dema hatiye plankirin de pêk were. Ji amadekarên konferansê Tevna Lêgerîna Alternatîf (Network for an Alternative Quest) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku konferans wê li salona saziya bi navê  “Bürgerhaus Wilhelmsburg” di 7'ê Nîsanê roja Înê de destpê bike.

Bernameya berfireh a konferansê û navnîşana wê li ser vê malpera Tevna Lêgerîna Alternatîf dikare bê peydakirin: https://www.networkaq.net/de