Partiya Çep a Swêdê kampanyaya piştevaniya bi Amed, Mêrdîn û Wanê re da destpêkirin
Partiya Çep a Swêd, bi armanca piştevanîkirina bi şaredariyn Amed, Wan û Mêrdînê re ku qeyûman ew dagirkirine, dest bi kampanyayayekê kirine.
Partiya Çep a Swêd, bi armanca piştevanîkirina bi şaredariyn Amed, Wan û Mêrdînê re ku qeyûman ew dagirkirine, dest bi kampanyayayekê kirine.
Parlementerê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkayên Derve Hakan Svennegîl û Berpirsa Têkiliyên Karê Derve ya Herêma Ûppsala Yekbûn Alp bi armanca piştevanîkirina bi hevşaredar û encamên meclîsên şaredariyan li gelemperiya welat dest bi kampanyayekê kirine.
Serokên şaredariya paritya Çep û serokên koman bi rêya dîmenên li ser tevnên civakî parvekirine, pêkanîna qeyûman a dewleta Tirk tehşîr dikin.
Svennelîg ê li ser destpêkirina kampanyayê dîmenek parvekiriye got: “Li Tirkiyeyê otorîter Erdogan rojnamevan û dezgehên çapemeniyê digire û êrîşî muxalefetê dike. Bi taybet êrîşî hevrêyên me HDP’ê dike. Bi hezaran siyasetmedar û endamên partiyê girtîne. Beriya çend hefteyan 3 hevşaredarên bi rêya demokratîk hatine hilbijartin ji erkê hatine girtin. Li şûna wan hevkarên partiya Erdogan hatine ser erkê.”
Svennelîg hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê dîsa gelê li ber xwe dide silav kir û got: “Em ê bi hev re vê têkoşînê bidomînin.”