Partiya Çep a Swêd ji Ann Lînde pirsa Îmralî kir

Partiya Çep a Swêdê bi pêşnûme pirsekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 21 sal in li Gireva Îmraliyê tê ragirtin û hevalên wî yên din kire rojev.

Parlementerê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Derve Hakan Sevnnelîng ê rojên borî ji ber cînayeta Palme daxwaz ji dewleta Swêd kiribû ku lêborînê ji Kurdan bixwaze, duh li parlementoyê bi pêşnûmepirsekî nivîskî bêhiqûqiya li Îmralî ya dewleta Tirk kir rojev.

Svennelîng anî ziman, dewleta Tirk gelek carî mafê mirovan binpê kiriye, bibîr xist ku Gulana borî heyetek ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence ya Ewropa (CPT) li Tirkiyeyê serdana qerqol û gelek girtîgehan kiribû.

Svennelîng destnîşan kir ku yek ji saziyên ku CPT lê lêkolîn kir Girava Îmralî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din lê ne jî kir, bal kişand ku CPT’ê di rapora xwe ya meha Tebaxa îsal parve kir de nêzîkatiyên Tirkiye ya li ser girtiyan û taybet Girava Îmraliyê rexne kiribû.

Svennelîng li ser bêhiqûqiya li Girava Îmralî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ev got:

“Girtî pir kêm dikarin bi hev re baxivin û têkiliyên wan ên bi cîhana derve re jî bi sînordar e. Ne malbat û ne jî parêzer dikarin bi qasî pêwîst hevdîtinê bikin. Piştî serdana CPT’ê ya li Îmraliyê piştî hevdîtinên sala 2011’an cara ewilê çûn hevdîtin kirin. Heyetê ji bo tecrîda li ser mehkûman bê kêmkirin daxwaz kiribû.”

Svennelîng anî ziman piştî ku Partiya Çep ev rapora CPT’ê ya Tirkiye kir rojev, hikûmeta Elman ji Tirkiyeyê xwest ku dawî li her cûre êşkenceya li dijî girtî û nêzîkatiyên der mirovî bi dawî bike, rê bide ku malbat û parêzer hevdîtinê pêk bînin.

Berdevkê Polîtîkayên Partiya Çep Sevennelîng ji bo daxwazên CPT’ê bên bicihanîn daxwaz ji raya giştî kir ku di hevdîtinên bi hikûmeta Tirkiyeyê re vê bike rojev.