Parlamenta Ewropayê wê Brexîtê îro bipejirîne

Parlamenta Ewropayê wê cihêbûna Qraliyeta Yekbûyî ji Yekîtiya Ewropayê îro bipejirîne.

Dengdana ku bi rengekî dîrokî tê pênasekirin, piştî nîqaşa du saetan wê saet 18:00 dest pê bike. Tê payin ku dengdan tenê çend deqeyan bidome. Encam jî wê ne surprîz be. Wê bi piraniya dengdan lampeya kesk ji Brexîtê re bê vêxistin.

Serokê Parlamenta Ewropayê Davîd Sassolî ji CNN'ê re axivî û di mijara Brexîtê de got, "Jİ bo me birînek e." Sassolî got, "Divê em bi rêzdarî nêzî îradeya welatiyên Brîtanyayê bibin."

Di mijara Brexîtê de qonaxa dawî wê Konseya Ewropayê be. Li gorî prosedurê wê Konsey roja Pêncşemê dengdanê li ser Brexîtê bike. Piştî têkiliya ji 47 salan Brexît wê saet 23:00 ê şevê çalak bibe.