Parlamenta Ewropayê Brexît pejirand

Parlamenta Ewropayê (PE) cihêbûna Qraliyeta Yekbûyî ji Yekîtiya Ewropayê pejirand.

Parlamenta Ewropayê (PE) Peymana Brexît ya ku cihêbûna Qraliyeta Yekbûyî ji Yekîtiya Ewropayê (YE) dike, pejirand.

Di dengdana li Destaya Giştî ya YE a li Brukselê de Peymana Brexîtê bi 621 dengên erê hate qebûlkirin. 49 dengên na jî hate bikaranîn.

Pêvajoya qebûlkirina Peymana Brexîtê wê bi dengdana li Konseya Yekîtiya Ewropayê bidawî bibe. Piştî dengdanê şeva 31’ê Çileyê wê 73 kursiyên endamê Parlamenta Ewropayê ya Îngîltere ku ji Yekîtiya Ewropayê cuda dibe vale bibe.

Li Îngîltereyê di referandûma YE a 2016’an de bi dengê 52 ji sedî li dijî 48 ji sedî biryara Brexîtê hatibû dayîn.