BI DÎMEN

Parêzer François Devedjian: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîn bê kirin

Parêzerê Fransî François Devedjian Abdullah Ocalan weke Mandelayê Kurdan binav kir û got, divê ji bo azadiya wî têkoşîn bê kirin. Devedjian destnîşan kir ku CPT divê têkildarî tecrîda Îmraliyê daxuyaniyê bide raya giştî.

JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin û 40 meh in agahî jê nayê wergirtin. Di serî de CPT, saziyên eleqeder li hemberî vê bihiqûqiyê bêdengiya xwe didomînin.

Li aliyê din, 10’ê Cotmeha 2023’yan pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hate destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de hiqûqnasên ji beşên civakên cuda nerazîbûnên xwe yên li hemberî vê bêhiqûqiyê didomînin.

Di rojên borî de parêzerên Baroya Parîsê ji bo şermezarkirina vê bêhiqûqiya li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, nameyek ji Wezareta Edaletê re şandin. Parêzer François Devedjian ku ew jî di nava van parêzeran de bû, têkildarî tecrîda Îmraliyê ji ANF’ê re axivî.

‘ABDULLAH OCALAN KESEKÎ GIRÎNG E’

Ji parêzerên Baroya Parîsê François Devedjian diyar kir ku tecrîda Îmraliyê bi eşkere binpêkirina mafên mirovan e û parçeyekî polîtîkaya înkarê ya dewleta Tirk e. Devedjian têkildarî helwesta Baroya Parîsê ya li hemberî tecrîda Îmraliyê ev tişt got: “Destpêkê ez vê tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke pratîka Tirkiyeyê şîrove dikim. Abdullah Ocalan kesekî girîng e ku nûneriya gelê Kurd dike. Lê Tirkiye rêz ji mafên mirovî yên esas, ji gelê Kurd û nûnerên wê re nagire. Dewleta Tirk, dixwazî Erdogan be yan jî kesên beriya wî be, bi taybetî li ser Ocalan bi giştî jî li ser gelê Kurd helwesteke ku mafên mirovan binpê dike, raber dike. Lewma weke parêzerên Baroya Parîsê, me bi vê biryarê ev bêhiqûqî şermezar kir û daxwaz kir ku dawî lê were.”

‘TECRÎD PARÇEYEKÎ ÇANDA ÎNKARÊ YE’

Parêzer François Devedjian destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê parçeyekî polîtîkaya înkarê ya dewleta Tirk e û wiha pêde çû: “Bi rastî mirov fêm nake ku çima çûyîna parêzerên Abdullah Ocalan a ji Îmraliyê re tê astengkirin, yanî fêmkirina vê yekê zehmet e. Em nizanin ka Ocalan hîn sax e yan na. Ti têkîliyeke aktuel nîne. Dibe nexweş be. Xala destpêkê ev e û ya herî dramatîk. Em ne weke fîzîkî ne jî zihnî, rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan nizanin. 

Ya duyemîn, her kî/ê be bila bibe divê girtî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, bi taybetî jî girtiyekî sembolîk ê mîna Abdullah Ocalan divê hevdîtinê bike. Ev di heman demê de rêyeke ku peyama xwe ragihîne. Ev qedexe nîşan dide ku dewleta Tirk red dike ku Abdullah Ocalan weke muxatab bibîne.

Li gorî min, peyama Tirkiyeyê ew e ku dixwaze bêje Abdullah Ocalan nîne, yanî mîna pirsgirêka Ermeniyan a ku tune dihesibînin. Ev çandeke înkarê ye, înkara mirovan, gelan û kes e.”

‘CPT DIVÊ TÊKILDARÎ TIRKIYEYÊ DAXUYANIYÊ BIDE RAYA GIŞTÎ’

Parêzerê Fransî François Devedjian helwesta Konseya Ewropayê û CPT’ê ya li hemberî Îmraliyê, rexne kir û ev tişt bilêv kir: “Ji ber ku Tirkiyeyê bersivek nedaye, hîna CPT’ê rapora xwe ya dawî ya têkildarî Îmraliyê eşkere nekiriye. CPT herî dawî têkildarî Azerbaycanê biryareke îstîsnaî da û derbarê vî welatî daxuyaniyek da raya giştî. Heman tiştê ji bo Tirkiyeyê jî dikare bike. Ez difikirim ku ev wê bibe biryareke bimaf û di cih de. Dema ku mirov li binpêkirinên mafên mirovên ên li Tirkiyeyê dinêre, ez difikirim ku wê pêkanînên hîn rasteqîntir heq bin. Weke dewleteke ku bi sîstematîk mafên mirovan binpê dike, hûn nikarin jê daxwaz bikin ku tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe yan jî pê re peywendiyan çêbikin.”

‘ABDULLAH OCALAN MANDELAYÊ KURDAN E, DIVÊ AZAD BIBE’

Parêzer François Devedjian têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” jî nirxandin kir û wiha got: “Ez difikirim ku kampanyaya ji Ocalan re azadî, wê pir girîng be. Abdullah Ocalan, Nelson Mandelayê Kurdan e. Eger her kes aştiyê û di rewşa gelê Kurd û têkîliyên xwe yên bi cîranên xwe re de başbûnê dixwaze, Abdullah Ocalan dikare vê yekê pêk bîne. Lê tecrîda li ser Abdullah Ocalan, nîşan dide ku Tirkiye naxwaze mafên Kurdan nas bike û lihevkirineke aştiyane bike. Lewma divê em ji bo azadiya Ocalan, têbikoşin. Divê destpêkê derfet were dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev rewş helbet ji bo Kurdan pêwîstiyek e, lê li gorî min di heman demê de ji bo Tirkan û mirovahiyê jî girîng e; ji bo ku her kes fêm bike ka çi xeterî hene jî, girîng e.”